NÛÇE

Parêzerên kobanî: Bi tecrîdê re êrîşî vîna gelê kurd dikin

Dem : 09 Tebax 2018 Pêncşem

Bi dehan parêzerên Sendîkaya Parêzeran a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Parêzaran got ku tecrîda li ser Ocalan dij hiqûqî ye û bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku dawî li vê tecrîdê bînin. Parêzeran anî ziman ku dewleta tirk bi tecrîdê dixwaze vîna gelê kurd bişikînin

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sendîkaya Parêzeran a Kantona Kobanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tecrîd hat şermezarkirin û hat gotin ku qedexekirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Di daxuyaniya sendîkayê de gelek parêzer amade bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê sendîkayê Mihemed Etî ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin û ev tişt hatin gotin: “Astengkirina hevdîtinên parêzerên Ocalan ên bi muwekîlê xwe re, binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ye. Nemaze serdana parêzeran jî bi armanca temamkirina projeya aştiyê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.”

Bang li rêxistinên têkildar kirin

Di berdewamê de jî Etî anî ziman ku hikûmeta dewleta tirk bi van kiryarên xwe û destdirêjiyên li dijî gelê kurd û rêberê wî berovajî hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan e û wiha pê de çû: “Em bang li hemû deste û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi berpirsyariyên xwe yên mirovî rabin û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin da ku Rêber Ocalan were azadkirin.”

‘Armanc şikandina vîna gelê kurd e’

Daxuyaniya Sendîkaya Parêzaran a Kantona Kobanê wiha bi dawî bû: “Berovajî sivikkirina tecrîdê, hikûmeta AKP’ê tecrîda li ser Rêber Ocalan hişktir dike û ji mafên wî yên herî mirovî jî binpê dike. Armanca Tirkiyeyê ew e ku gelê kurd ji Rêber Ocalan dûr bixe û vîna azad a gel bişikîne.”  KOBANÊ

Albuma Nûçeyê