NÛÇE

Parêzerê Penahî: Rîska bidarvekirinê didome

Dem : 04 Tîrmeh 2018 Çarşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê siyasetmedarê kurd Ramîn Hisên Penahî da zanîn ku her çiqas di raya giştî de ji bo Penahî hesasiyetek çê bûbe jî, rîska bidarvekirinê didome. Parêzer Huseyîn Ehmedî Niyaz da zanîn ku ji ber îşkenceyê gurçika Penahî enfeksiyon girtiye lê rayedar nahêlin ku bê dermankirin

Bertek û nerazîbûnên li dijî cezayê bidarvekirina siyasetmedarê kurd Ramîn Hisên Penahî didomin. Rêxistina Amnesty International nameyek ji bo betalkirina biryara darvekirina ciwanê kurd Penahî ji hikûmeta Îranê re şandibû û dixwest ku hikûmet vê biryarê betal bike. Di nameyê de îmzeya 33 hezar û 356 welatiyên norwêcî têde cih girtibûn. Piştre zêdetirî 2 hezar welatiyên medenî û mafê mirovan nameyek îmze kirin û xwestin ku cezayê darvekirinê yê Ramîn bê betalkirin.

Têkildarî mijarê parêzerê Penahî, Hisên Ehmed Niyaz jî diyar kiribû ku daxwaza ji nû ve destgirtina dosyaya Ramîn, ji aliyê Dîwana Bilind a Welêt ve hatiye red kirin. Birayê Ramîn, Ehmed Hisên Penahî jî ev agahî piştrast kiribû. Parêzer Niyaz der barê rewşa Penahî de agahî dan. Niyaz diyar kir ku dibe ku hesasiyeteke civakî çê bûbe lê hêj muwekilê wî di bin rîska cezayê înfazê de ye.

Tevî raporê jî nayê dermankirin

Di berdewamê de jî Niyaz got ku dibe ku ew di roja yekşemê de li Girtîgeha Navendî ya Senendic (Sine) Penahî ziyaret bike û wiha domand: “Muwekilê min Penahî di bin çavan de rastî îşkenceyê hatibû. Ji ber îşkenceyê gurçika wî enfeksiyon girtibû. Bijîşkê girtîgehê di hizûra min û Ramin de rapora dermankirinê pêşkêş kiribû. Lê hêj nehatiye dermankirin. Li gorî Zagona Ceza ya Sineyê, divê bi nivîsek fermî Ramîn li nexweşxaneyek taybet bê razandin. Lê tevî ku bijîşk rapor şand jî heta niha tu encam nehatiye bidestxistin."

Mafê hevdîtinê hatiye binpêkirin

Prz. Niyaz destnîşan kir ku her çend ku eleqe û hesasiyetekê di nav civakê de pêk hatibe jî,  her dem rîska ku cezayê Penahî bixin meriyetê heye. Niyaz herî dawî jî got ku mafê hevdîtina parêzer jî ji destê wan hatiye girtin.

Albuma Nûçeyê