JIN

Parastina şoreşa jinan parastina azadiyê ye

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Festîvala Jinan a Zîlan ku her sal bi pêşengiya TJK-E’yê pêk tê, dê îsal di 23’yê hezîranê de bi dirûşma ‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinan e’ pêk were. Der barê festîvalê de ji komîteya amadekar Inovve Heina axivî û diyar kir ku Zîlan di nav tevgera azadiya jinan de her tim bûye nîşaneya berxwedanê û banga tevlêbûnê li jinan kir

14. Festîvala Jinê ya Zîlan ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) pêk tê, îsal bi dirûşma “Parastina Efrînê parastina şoreşa jinan e” dê 23’yê hezîranê li bajarê Dortmund ê Almanyayê were lidarxistin.

Komîteya amadekar li ser festîvalê li hev civiya. Yek ji mijarên sereke yên festîvala îsal dê xwedîderketina li berxwedana serdemê ya li Efrînê û geşkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk a dagirker be.

Li Festîvala 14’emîn a Zîlan ku jinên ji nasname, bawerî û zimanên kurdan lê bicivin, dê nûnerên TJK-E, Kongreya Star, rêxistinên jinan ên femînîst, nûnera Die Linke ya NRW û nûnerên yekitiya Antifa VVN peyaman bidin. Jinên beşdarvan dê di panelan de pirsgirêkên jinan û rêyên çareseriyê di çarçoveya Jineolojiyê de binirxînin.

Ji bo zarokan jî amadekarî hatiye kirin. Bi vê armancê li parka zarokan a li festîvalê dê lîstikên cuda hebin.

Bernameya çand û hunerê ya festîvalê têra xwe heye. Koma Dengê Xwezayê, Jala, Sena Dersîmî, Sulbus û Tarî, Koma Jinên TEV-ÇAND’ê, koma dansê ya jinan a Hindistanê, koma jinên alman a Duo Wabohu, dengbêja ermenî Yekşa û hunermendên surprîz dê derkevin ser dikê.

Ji komîteya amadekar Inovve Heine (endama CENÎ) li ser wate û girîngiya festîvalê axivî got ku Zîlan di nav tevgera azadiya jinan de her tim bûye nîşaneya berxwedan û têkoşînê û da zanîn ku Zîlan xeta wan a berxwedanê û xeta berxwedana jinan a gerdûnî gihandiye hev. Heine diyar kir ku parastina şoreşa jinan parastina azadiyê ye û bang li hemû jinan kir ku di 23’yê hezîranê de li Dortmundê bin. DORTMUND

Albuma Nûçeyê