CÎHAN

Ozan Canê ji bo Merkel name nivîsî

Dem : 25 Îlon 2018 Sêşem

Li gorî daneyên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, ji ber sûcên bi armanca siyasî niha li Tirkiyeyê 5 welatiyên alman di girtîgehê de ne. Lê dibe ku ev hejmar hîn zêdetir be. Ji ber ku gelek caran dewleta tirk dema ku welatiyên alman destgîr dike an digire dereng agahî dide Wezareta Karên Derve ya Almanyayê.

Beriya serdana Erdogan a Almanyayê Masa axivî û bal kişand ser rewşa welatiyên alman ên li girtîgehên Tirkiyeyê û wiha got: “Hê jî girtina welatiyên me yên li girtîgehên Tirkiyeyê nayê pejiarandin.”

Hunermenda kurd Ozan Canê ya yek ji rehîneyê rejîma Erdogan e, nameyek ji Serokwezîr Angela Merkel re şand û diyar kir ku li girtîgehê di nav mercên xirab de ye. Ajansa Nûçeyan a Alman DPA ya nameya Ozan Canê parve kir, bal kişand ser rewşa Canê.

Hunermenda kurd a ku li Kolnê dijiya, di dema hilbijartina 24’ê hezîranê de ji bo piştgirî bide HDP’ê çûbû Tirkiyeyê. Ozan Canê ya di dema mîtînga Edîrneyê de hate destgîrkirin, ji ber ku di fîlmeke ku bi mijara têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya YPG/YPJ’ê de rol girtibû, tê gotin ji ber wêneyek li gel şervanên YPG’ê kişandiye tê sûcdarkirin. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê