JIN

OHAL hîn jî didome û li gorî herêman diguhere

Dem : 10 Tebax 2018 În

Qanûnên ku ji bo OHAL mayînde bibe hatin amadekirin û roj bi roj di rojnameya fermî de tên weşandin û dikevin meriyetê. Di sererastkirina mijara gotinê de qanûnên ‘rayeyên berfireh didin waliyan’ jî fermî bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku di navbera beriya OHAL û piştî OHAL’ê de cudahî tuneye.

Orhan da zanîn ku ev sê sal e ji aliyê walî ve ji bo meş, çalakî û civînan destur nayê dayîn û di çarçoveya OHAL’ê de qedexe didomin û wiha got: “Ev rewş li gorî bajar û herêman diguhere û di vî warî de ferq û meylek heye. Li bajarên Kurdistanê pêkanînên kêfî yên amîrên îdarî hene.”

Orhan destnîşan kir ku AKP’ê di hilbijartinên 24’ê hezîranê de soza rakirina OHAL’ê jî daye û wiha domand: “OHAL nehatiye rakirin. Bi KHK’an hat mayîndekirin û ev di pratîkê de xwe nîşan da. Bi van qanûnan raye dan walî û amîrên îdarî. Di dema OHAL’ê de hemû weşanên kurd û muxalîf hatin girtin. Gelek rojnameger hatin girtin. Di demên dawî de gelek tiştên hatin jiyîn ji raya giştî re nehatin aşkerakirin.”

‘Pêkanîna nû OHAL derbas kir’

Orhan anî ziman ku li Wanê piştî 3 salan şûnde yekem car di 3’yê Tebaxê de bi boneya roja komkujiya Şengalê bi pêşengiya jinan daxuniyek çapemeniyê hatiye dayîn. Orhan got ku li cihê ku dê daxuyanî bidana ewlehiya berfireh hatiye girtin û hemû girseyê di lêgerînê de derbas kirine û da zanîn ku van pêkanînan OHAL derbas kiriye.

Her wiha Orhan destnîşan kir ku di pêvajoya OHAL’ê de tundî û îstîsmara li ser jin û zarokan zêde bûye û rayeyên ku ji waliyan re hatine dayîn jî dê vê rewşê neguherîne. WAN

Albuma Nûçeyê