JIN

Ocalan çavkaniya jiyanê ye

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Ev demeke dirêj e ku tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û ev jî dibe sedema bertekên gelê kurd. Jinên Şengalê têkildarî tecrîdê axivîn û diyar kirin ku fikr û ramanên Ocalan çavkaniya jiyana wan e û wiha gotin: “Ocalan her tim ji bo azadiya jinan xebitiye. Ji ber vê yekê divê em ji bo azadiya Rêberê Gelê xwe têbikoşin û tecrîdê ji holê rakin.’

Roja ku dewleta tirk li dijî gelê kurd şereke dijwar da destpêkirin, destpêkê tecrîda girankirî danî ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji roja ku tecrîd hatiye girankirin di serî de malbat, parêzer jî bi tu awayî nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û jê agahiyê bigirin. Ji ber tercrîda girankirî û ji Ocalan agahî negirtin, bû sedema bertekên gelê kurd. Gelê kurd ji roja ku tecrîd hatiye girankirin heta niha ji bo agahiyê ji Rêberê xwe bigirin di nav çalakiyan de ne. Bi taybetî herî zêde jin dixwazin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Ji ber Ocalan herî zêde ji bo azadiya jinan xebat da meşandin.

Der barê tecrîdê de jinên Şengalê bertek nîşan dan û gotin ku dê ji bo azadiya Ocalan heta dawiyê bi dilsoziyeke mezin têbikoşin. Jinan destnîşan kir ku azadiya Ocalan azadiya jinan e û divê demildest tecrîda giran li ser Ocalan rabe.

Dê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin

Jina bi navê Meyan Xwedêda anî ziman ku Ocalan çavkaniya jiyana wan e û wiha got: “Ez azadiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibînim. Rêberê me, em her dem ji tengasiyê xelas kirin, piştgiriyek mezin da jinan û mafê jinan parast. Divê em bi fikir û ramanên Rêberê xwe têkoşîna xwe mezintir bikin û ji bo azadiya Rêberê xwe li ber xwe bidin.”

‘Em ê jiyana ji tecrîdê derxînin

Zerifa Dexil jî da zanîn ku heta Rêberê wan azad nebe xewa şevan li wan heram e û ev tişt anî ziman: “Em deyndarê Rêberê xwe ne çimkî wî ji bo hemû gelan li ber xwe da. Şervanên Rêber Apo li ser esasê fikirên wî, em ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê parastin. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Em nahêlin jiyana me di bin tecrîdê de bimîne.” ŞENGAL

Albuma Nûçeyê