POLÎTÎKA

Ocalan: Tecrîd tenê bi Îmraliyê bi sînor nîn e

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan da zanîn ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re maf û azadiyên li Tirkiyeyê lewaz bûne. Ocalan got ku tecrîd tenê li Îmraliyê bi sînor nîne û da zanîn ku temamiya Tirkiyeyê niha di tecrîdê de ye

Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku berpirsyariya HDP'ê zêde bûye û got: "Hemû kesên ku dixwazin Tirkiye azad bibe, divê li dijî tecrîda li ser Ocalan tevbigerin."

Meclisa Tirkiyeyê dest bi xebatên serdema 27'emîn kir. Di vê serdemê de yek ji tiştên girîng jî rola meclisê ya di pergala serokkomariyê de ye. Piştî ku erkên birêvebirinê derbasî Qesra Beştepeyê hatin kirin, erka venihartinê ya meclisê pir kêm bû. Tê payîn ku dê hikûmet, qanûnan li gorî daxwaza xwe sererast bike û biguherîne.

Li hêla din jî partiyên muxalefetê hewl didin ku meclisê çalak bikin û pergala parlamenteriyê zindî bikin. Di demeke wiha girîng de nîqaşên di navbera CHP’ê de jî di qada muxalefetê de valahiyeke mezin derdixe holê. Ji ber vê yekê jî xuyaye ku tekane partiya ku li hemberî AKP’ê muxalefeteke bi bandor bike, HDP ye. Hem rengîniya parlamenterên HDP’ê û hem jî fikra wê ya li ser esasên demokrasiyê wê bêhtir derdixe pêş.

Tecrîd bi Îmraliyê re bi sînor nîn e

Têkildarî mijarê parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi rojnameger Kenan Kirkaya re axivî. Ocalan da zanîn ku barê ku dikeve ser milê wî dê bi cih bîne û wiha dibêje: “Di rojeva min de tecrîd, mafên gelên kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tenê bi wî bi sînor nîn e. A rast ew e ku îro hemû civak hatiye tecrîdkirin.”

Bi tecrîdê maf û azadî lawaz dibin

Ocalan anî ziman ku yên doza azadî û demokratîkbûna welat dikin divê li dijî tecrîda li ser Ocalan derkevin û wiha domand: “Ji roja tecrîdê heta niha Tirkiye di hêla maf û azadiyê de lawaz bûye. Tirkiye ber bi karesatê ve diçe. Lewma yên ku li vî welatî difikirin, divê li dijî tecrîdê bisekinin.”

Îstîsmara herî mezin qetilkirina zarokan e

Di berdewamê de jî Ocalan bal kişand ser îstîsmarkirina zarokan û ev nirxandin kir: “Ev tişt ji hêla desthilatdariyê ve tê amadekirin û planeke kûr e. Ev desthilatdarî kengî bitengije, bidarvekirinê dixe rojeva xwe. Niha jî van êrîşên hovane yên li ser zarokan ku bi tu awayî nayên qebûlkirin, dikin hincet û darvekirinê dixin rojevê. Lê derdê wan îstîsmar nîn e. Heta niha hemû îstîsmarkar hatine berdan. Ger qanûna darvekirinê bînin, di serî de siyaseta kurd dê ji bo hemû muxalefetê weke gefê bikar bînin. Divê kes nekeve vê xefikê. Li vî welatî mafê jiyanê yê zarokan nayê naskirin û bi sedan zarok hatine qetilkirin. Îstîsmara herî mezin jî ev e."

Dê ji bo yekitiya neteweyî bixebitim

Omer Ocalan bang li gelê kurd kir ku  xwedî li mafên xwe derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî lukseke me ya ku sedsaleke din jî ji destê me biçe nîn e. Ger em îro li azadiya xwe xwedî dernekevin, dê hemû destkeftiyên xwe winda bikin. HDP tevî hemû êrîşan, bihêztir di meclisê de ye. Her ku êrîş dikin em bihêztir tên meclisê. Em hebûn, hem hene û dê her hebin. Ez weke şexs dê herî zêde ji bo yekitiya neteweyî ya kurd bixebitim. Civakên ku yekitiya xwe ava nekin, nikarin bi ser bikevin.”

Albuma Nûçeyê