NÛÇE

NY'ê ji bo Penahî Îran hişyar kir

Dem : 18 Pûşper 2018 Duşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî Agnes Callamard, Raportorê Taybet ê Mafê Tenduristiyê Dainius Puras, Raroptorê Taybet ê li dijî Îşkenceyê Nils Melzer, têkildarî biryara Rejîma Îranê ya der barê siyasetmedarê kurd Ramîn Hisên Penahî de Îran hişyar kir û xwest ku bi lezgînî biryarê rawestîne. Raportorên Taybet ên NY'ê ji Îranê xwest ku siyasetmedarê kurd Ramîn Hisên Penahî bi lezgînî biryara darvekirinê rawestîne û biryarê betal bike.

Raportoran diyar kir ku Panahî bi awayekî adil nehatiye darizandin û mafê wî yê tenduristî û tibbî hatiye astengkirin. Raportoran da zanîn ku dîsa li girtîgehê rastî îşkenceyê hatiye. Raportoran da zanin ku sûcdariya der barê Panahî de ne li gorî standartên navneteweyî ne û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Îran guh nade hişyariyan ku biryara darvekirine betal bike û dixwaze biryarê pêk bîne der barê biryara têkildarî Penahi de em bi fikar û xemgîn in."

Di pevçûnê de bi birîndarî hatibû girtin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberên girtîgeha Sineyê di 19’ê gulanê de ji malbata Penahî re ragihandibûn ku dê piştî cejnê Penahî bi dar ve bikin. Penahî endamê KOMALA’yê ye.  Penahî û komeke hevalên xwe di 23’yê hezîrana 2017’an de dema ku li bejahiya bajarê Sinê bi hêzên leşkerên rejîma Îranê re ketin pevçûnê û Penahî bi birîndarî hatibû girtin.

Biraziya wî xwe bi dar ve kir

Piştî ku bi mehan rastî îşkenceyên giran hatin, doza wî hat dîtin. Dozgeriya şerîatê ya Îranê jî bi tewanbariya ‘li dijderketina Xwedê û endamtiya rêxistina çekdarî’ cezayê darvekirinê li Penahî birî. Ji bo pêşîlêgirtina biryara bidarvekirina Penahî, biraziya Penahî ya bi navê Nîştiman Hisên Penahî jî xwe bi dar ve kir. Her wiha tevî ku li gelek deverên cîhanê bertekên mezin jî hatin nîşandan jî rejîma Îranê di biryara bidarvekirina Penahî de tu pêngav paşve neavêtin.

Albuma Nûçeyê