JIN

‘Nûnertiya wekhev nehat bidestxistin’

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo ku hilbijartinên 24’ê hezîranê binirxîne û xwe ji bo serdema nû amade bike û ji bo rêxistinkirina jinan nîqaş bike li navenda xwe ya giştî civîn li dar xist.

Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan pêk hat. Bûldan di destpêka axaftina xwe de hilbijartinan bi bîr xist û wiha got: “Di serdemeke ne meşrû, di şert û mercên OHAL’ê de ku bi sedan kes di girtîgehan de ne HDP’ê di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist. HDP bû partiya yekane ku bi bi serê xwe bendav derbas kir.”

Rexnadayîna xwe da

Bûldan diyar kir ku wan di vê hilbijartinê de temsîliyeta wekhev a jinan bi dest nexistine û ev tîşt anî ziman: “Me got ku me îmze avêt bin serkeftineke mezin lê em dibêjin ku ev serkeftin ji bo me ne bes e. Partiya ku herî zêde nûneritiya jinan lê heye HDP ye. Lê ji ber ku me nûnertiya wekhev bi dest nexist em rexnedayîna xwe didin. Li gel 67 parlamenterên mêr 26 parlamenter ketin parlamentoyê. Em derketin rêjeyaji sedî 37’an. Lê em dizanin ku ev ne bes e. Ev nebesî wekî dersekê ye ji bo me ku em di serdema bê de vê çareser bikin.”

Bi pergala nû çareserî pêk nayê

Bûldan li ser serdema nû ya piştî hilbijartinê jî nirxand kir û da zanîn ku dê ev pergal tu pirsgirêkan çareser neke û wiha pêde çû: “Me bi caran di vî warî de hişyarî kir. Em dibêjin ku divê dest ji vê pergalê bê berdan û demildest derbasî pargala parlamenteriyê bibin. Ev pergala dibêje ku dê faşîzmê berdewam bike.”

Her wiha Bûldan bal kişand ser taciz û kuştina zarokan jî û destnîşan kir ku heta Wezareta Jin û Zarokan neyê damezradin dê pirsgirêk nayên çareserkirin. ENQERE

Albuma Nûçeyê