ÇAND Û HUNER

Nikarin hunerê desteser bikin

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Bi biryarnameya serokkomariyê re, avakirinên Şanoya Dewletê (DT) û Bale û Operaya Dewletê (DOB) weke “Qanûna Derbarê Personelên Bale û Opera ya Dewletê de hatin guhertin. Di çarçoveya guhertinê de midûrên giştî û midûrên bajêr ên girêdayî DT û DOB’ê hatin betalkirin.

Bi derxistina KHK’eyên dawîn saziyên Wezareta Turîzm û Çandê ji holê hat rakirin. Bi vê yekê re, di bin navê “Desteya Polîtîkaya Serokkomariyê” de “Desteya Polîtîkayên Çand û Hunerê” hat avakirin.

Lîstikvanê şanoyê, parlamenterê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay, pêşketinên nû nirxandin û wiha axivî: “DT nehatiye girtin, lê bi serokkomar ve hat girêdan. Yekzilam dixwaze di hemû qadan de bibe xwedî biryar. Berê jî, ji bo mudaxileyê karê hundir û repertuara saziyên hunerê yên TUSAK’ê bikin, qanûn derxistin, lê ji ber ku me bertek nîşan da, ev qanûn rakirin.” 

Têkoşîna hevpar girîng e

Atay da zanîn ku AKP hewl dide di qada çand-hunerê de serdest bibe û wiha got: “Ev demek dirêj e AKP vê dike. Lê li vê derê tişta bê kirin ew e ku lîstikvan, hevalên me yên reqsvan û hevalên me yên hunermend dê operayê bi hev re xebatên xwe yên sendîkayî bi rê ve bibin û têbikoşin.” ENQERE

Albuma Nûçeyê