CÎHAN

Newseuma rojnamegeran

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Washingtona Amerîkayê muzeyeke ku ji bo peresîna rojnamegeriyê hatiye vekirin heye. Di vê muzeyê de beşeke mezin ji bo rojnamegerên di oxira heqîqetê de şehîd ketine hatiye veqetandin. Muzeya Newseum bûyerên rojnamegeriyê pêşkêş dike, geştyarên muzeyê dikarin gelek çîrok û rola rojnamegeriya azad di dîrokê de û girîngiya azadiya fikir li vir bibînin. Muze ji 15 salonên pêşandanê û 15 holan pêk tê.

Piraniya rojnamegeran ku navên wan li ser dîwarê muzeyê hatine daliqandin, rojnamegerên ku bûyerên li Iraq û Sûriyeyê radigihandin û şehîd bûne. Niha li ser dîwarê muzeyê navê 2 hezar û 305 rojnamegeran hatiye nivîsandin û salane navên rojnamegerên şehîd bûne lê tê zêdekirin û malpera muzeyê kurtejiyana van şehîdên rojnamegeriya azad dinivîse.

Muze îsal jî dê navên her du şehîdên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hogir Feysel Mihemed û Dilîşan Îbîş daliqîne ku li Dêrazorê sala borî di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûn. Li gel navê Hogir û Dîlişah her wiha navê Şefa El Kurdî nûçegihana kanala Rûdaw, Erkan Şerîf karmendê kanala Kurdistan 24 dê bêne daliqandin. WASHINGTON

Albuma Nûçeyê