ÇAND Û HUNER

Newaya Jin bi hejmara 162’an gihîşt xwendevanan

Dem : 02 Îlon 2018 Yekşem

Rojnameya jinê Newaya Jin ku mehane derdikeve bi hejmara 162’an gihîşt ber destê xwendevanên xwe. Rojnameyê êrîşa dewletê ya bi ser çalakiya Dayikên Şemî ya hefteya 700’emîn bi sernavê ‘Hêrsa dayikan wê zora kujeran bibe’ şîrove kir û gihan ber xwendayên xwe.

Rojnameya Newaya Jin di vê hejmarê de bal kişand ser mijarên çalakiya Dayikên Şemiyê, terisandinên civakî yên qeyrana aboriyê, mirina zarokan, polîtîkaya penaberan, qirkirina siruştê, atmosfera Sûriyeyê û Rojava. Bi vê hejmarê re kesên mîna Nazan Ustundag, Çarçel Engîzek û Rûşen Celal di rojnameyê de dest bi nivîsandinê kirin.

Halîde Turkoglu di nivîsa xwe de balê dikişîne ser qeyrana rejîma şer a ku AKP’ê ava kiriye û bi bîr dixe ku ev di rastiya xwe de qeyranên modernîteya kapîtalîst e. Rojda Yildirim jî li ser têgiha ‘Jiyannekirina hejariyê’ radiweste. Nazan Ustundag jî li ser heman mijarê diyar dike ku qeyrana aboriyê herî pir bandorê li ser jinan dike. Çarçel Engîzek jî bi nivîsa xwe balê dikişîne ser kooperatîfbûna jinê. Mujgan Halîs jî li ser dîrokiya çalakiya Dayikên Şemiyê disekine. Yek ji nivîskara nû ya rojnameyê Rûşen Celal jî li dijî rewşa kambax a Tirkiyeyê divê mirov bibe xwedî çi pozîsyonê hin pêşniyar dike. Zeryal Gul jî ‘Li dijî operasyonên bêkokkirinê’ balê dikişîne ser ‘Israra mirovbûnê’. Ji bilî van nivîskaran gelek nivîskarên din jî bi mijarên cuda di rojnameyê de bi nivîsên xwe cih girtine. AMED

Albuma Nûçeyê