POLÎTÎKA

Neviyê Şêx Seîdê Kal ala têkoşînê hildaye

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Zeynel BULUT / ERZIROM

Di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de em li bajarê Erziromê bûn mêvan. Erzîrom bajarekî Kurdistanê yê ku herî zêdê bi polîtîkayên dewletê yên pêşaftin û bi guhertina demografiyê re rû bi rû maye ye.  Du jê navendî bi giştî 20 navçeyên vî bajarî hene. Nêzî 483 hezar hilbijêr dê biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. Erzirom dê 6 parlementerî dişîne meclisê.  HDP jî armanc dike ku bi namzedên ku nîşan dane encamekî serkeftî bi dest bixe û namzedên ku nîşan dane bişîne meclisê.

Li ser hilbijartin û eleqeya gel a ji bo HDP’ê em bi namzedê HDP’ê Mehmet Kasim Firat re axivîn. Firat neviyê Şêx Seîd e û li herêmê jî gelekî tê hezkirin. Ya rast di çarçoveya xebatan de me jî ev yek dît. Mehmet Kasim Firat di sala 1953’yan de li navçeya Xinisê hatiye dinê. Firat kurê Şêx Elîriza ye. Elî riza jî kurê Şêx Seîd e. Firat li cem bavê xwe medrese xwendiye û ew jî di nava civakê de wekî şêx tê naskirin û qebûlkirin.

Firat ku piştî derbeya 12’ye Îlonê neçar dimîne koçî Enqereyê bike, ji salên 80’ê heta 93’yan bi giştî 23 caran tê binçavkirin û rastî cezayan tê. Di vê pêvajoyê de ji xebatên xwe yên ji bo yekitiya neteweyî jî gav şûndenavêje, dixebite û têdikoşe. Firat li ser yekitiya neteweyî van tiştan tîne ziman: “Li ser yekitiya kurdan gelek xebat hat meşandin.  Bi hemû partiyên siyasî re me hevdîtin kir. Me bi her kesî re têkilî danî. Hemû kurd jî yekitiyê dixwaze lê çênebû. Lazim e partiyên siyasî menfeta gelê kurd li ser partiyan bibîne. Lazim e ji bo mafê gelê kurd em bibin yek û bijîn. Kurd ji serhildana Şêx Seîd heta niha li ser pêyan e û têkoşîna xwe ya azadiyê didomîn e.  Ev têkoşîna azadiya gelê kurd hêj berdewamiya serhildana Şêx Seîd e. Kurd ji bo mafê xwe bedel dide û dê bigihêje armanca xwe.”

Firat destnîşan kir ku gelê Erziromê xwezayî ye û Erzirom cihekî taybet e û ev tişt anî ziman: “Erzirom navenada pêşketina Serhildana Şêx Seîd e. Lê ji ber vê dewletê zext û zor daye ser. Polîtîkayên taybet li vî bajarî dimeşîn e. Ji netewên tirk anîne li vî bajarî bi cih kirine. Di heman deme de civakeke muhafazekare û bi gelê  xwe ve girêdayî ne. Eleqeyawan a ji bo şêxan jî bi vê ve girêdayî ye. Dema mirov li gelê Erziromê xwedî derbikeve ew jî li mirov xwedî derdikeve.

Albuma Nûçeyê