CÎHAN

Neçin Tirkiyeyê û nebin şirîkê şer

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Jinên Ciwan ên Azad, li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek li dar xist û bang kir ku welatiyên Swedê Tirkiyeyê boykot bikin. Ciwan li ber firoşgeha H&M li hev civiyan û pankarta bi nivîsa “Tirkiyeyê boykot bike” vekir. Di çalakiyê de li ser sûcên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê û sûcên şer belavok belav kirin.

Ji çalakgeran Sitak Urmiye diyar kir ku ew dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê, bakur û başûrê Kurdistanê şermezar dikin û bang li gelê Swêdê dikin ku mal û turîzma tirk boykot bike. STOCKHOLM

Albuma Nûçeyê