ÇAND Û HUNER

Navber nedan xebatên çandî

Dem : 03 Tîrmeh 2018 Sêşem

Lîlav ELÎ / ŞEHBA

Piştî ku dewleta tirk û çeteyan Efrîn dagir kir bi hezaran kesan koçî herêma Şehbayê kirin. Li Şehbayê jin di bin navê Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn de xebatên xwe didomînin.

Endama Kevana Zêrîn ya herêma Efrînê Bêrîvan Dodex anî ziman ku jin her di warî de afirîner in û li ku dibe rêxistinbûyîna xwe dewam dikin. Dodex bi bîr xist ku jinên Efrînê di her şert û mercî de li ser pêya disekinin û karê xwe didomînin.

Berîvan Dodex têkildarî xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn wiha axivî: “Piştî ku gel di kampên li Şehbayê hat bicihkirin Kevana Zêrîn dest bi kar û xebatên xwe kirin.

Endamên Kevana zêrîn ku li Efrînê kar û xebata xwe dikirin li hev kom bûn û gelek perwerdeyên wênexêziyê, govend û mûzîkê vekirin. Her wiha di nav her komekê de hejmarek mezin ji zarokan, jinan û ciwanan tev li van perwerdeyên ku hatine vekirin bûn. Hemû komên ku tên perwerdekirin dê di demên pêş de ji bo xebatê bên amadekirin.”

Li kampê xebat dewam kir

 Rêveberiya Rêxistina Kevana Zêrîn Newroz Silêman jî ev tişt got: “Tu carî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dê nikaribin îradeya jinên Efrînê têk bibin û her çend ku xwestin bi êrîşên xwe jinan hedef bigirin bi ser neketin. Ji ber ku jinên Efrînê xwedî îrade ne û bi rêxistin in. Em wek kevana Zêrîn li kampa serdemê piştî ku gel bi cih bû û endamên me komî hev ser hev bûn me dest bi kar û xebata xwe ya ku li Efrînê dida meşandin kir û em vê xebata xwe berdewam dikin.”

Bila zarok xwe nas bikin

Newroz Silêman destnîşan kir ku navber nedane xebatên xwe û wiha got: “Bi destpêkirina me ya kar û xebatan re hejmarek mezin ji jinên ciwan û bi tayebetî zarok hatin perwerdekirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku berê xwe bidin Kevana Zêrîn û tev li kar û xebatê bibin. Ji bo zarok çand û dîroka xwe nas bikin divê berê xwe bidin Navenda Kevana Zêrîn.”

Albuma Nûçeyê