CÎHAN

NATO budçeya parastinê dinirxîne

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

29 welatên Tifaqa Atlantîkê (NATO) ji bo civîna bilind a du rojan li Brukselê li hev civiyan. Rojeva sereke ya civîna bilind ew e ku hîn bêhtir pere û derfet ji NATO’yê re bên pêşkêşkirin.Ji bo civîna bilind a du rojan a rêveberên welatên NATO’yê li Brukselê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin. Li gelek deveran polîs û leşker hatin bicihkirin.

Mijara bingehîn a civîna bilind a li Brukselê, parvekirina hewldanên leşkerî yên endamên NATO’ê ye.Trûmp beriya bê peyamek da û îşaret bi zextên endamên NATO’yê kir. Trûmp got ku civîna meha tîrmehê ya bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê ji civîna bilind a NATO’yê hêsantir   derbas bibe.

Rexneyên Trûmp ên li ser tifaqê li Ewropayê rê li ber nerazîbûnan vekir. Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk roja sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku rexneyên ku Trûmp rojane dike bi xweşbînî nayên dîtin û xwest, tifaqa wan baştir bê nirxandin. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ê Norwêcî got, eger di civîna bilind de nîqaşên giran li ser lêçûnên parastinê bên kirin, wê matmayî nemîne.

‘Divê DYA kêmtir bide’

Trûmp dibêje, DYA tevkariyeke mezin li NATO’yê dike, lê welatên endam di berdêla vê yekê de sozên xwe bi cih naynin. Amerîkî ji sedî 20 ‘ê budçeya hevpar a NATO’yê û ji sedî 75’ê kapasîteya leşkerî didin.Trûmp beriya serdana Brukselê bi rêya twîtterê peyamek weşand û got, “Welatên NATO’yê divê hîn bêhtir bidin. Divê DYA kêmtir bide. Ev neheqiyeke mezin e.”

Tevî ku Yekitiya Sowyetan ji hev belav bû û Pakta Varşovayê sala 1991’î betal bû lê dawî li NATO’yê nehate. Ji wê demê ve tifaqa NATO’yê armancên xwe yên stratejîk ji nû ve diyar dike. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê