NÛÇE

Nanê wan heram e lê axa wan helal e!

Dem : 03 Kewçer 2018 Çarşem

Kadrî ESEN / ÊLIH

Çavên gundiyên êzidî yên Kelhokê ku beriya 26 salan gundê xwe terk kirin û niha dixwazin vegerên ser axa xwe, li runiştina doza gundê wan a îro ye. Nûnerê gundiyan Nedîm Erkîş bi van gotinan bertek nîşanî desteserkirina gundê xwe da: “Eşîra reşkotan misilmanên û li gorî baweriya wan destkuj, nan û xwarina me li wan heram e. Lê axa me, pereyên me û tapoyên me li wan helal e.”

Êzidiyên ku heta salên 1990’î li gundê Kelhok ê navçeya Qubînê ya Êlihê dijiyan, di sala 1992’an de ji ber zext û tundiya li hemberî xwe neçar man ku gundê xwe terk bikin. Ezidî beriya ku gundê xwe terk bikin, bi mezinên Eşîra Reşkotan re tên gel hev û bi peymanên nivîskî gundê xwe emanetî eşîrê dikin û derbasî Almanyayê dibin. Piştî 20 salan 2012’an de dema ku êzidî ji bo vegerê tên gundê xwe, reşkotiyên li gundê wan bi cih bûne radigihînên ku dê gund radestî wan nekin.

Li ser vê yekê êzîdî serî li dadgehê didin û dixwazin ku gundên xwe bi rêya hiquqî ji reşkotiyan bigirin. Heta niha ji bo vê yekê li Dadgeha Sulh a Cezayê ya Êlihê 28 rûnîştin pêk hatine û ceza li reşkotiyan hatiye birîn. Li gel vê yekê jî reşkotî terka gund nakin û ji êzidiyan re dibêjin ku biryarên dadgehê nas nakin û dê tu carî terka gund nekin. Dê îro ji bo dozê li Dadgeha Sulh a Cezayê ya Êlihê rûniştina dawîn pêk were û tê payîn ku biryara derketina ji gund a reşkotiyan bê dayîn.

Dîmenên peymanê heye

Nûnerê êzidiyan ê gundê Kelhokê Nedîm Erkîş ku li Almanyayê dijî û ji bo şopandina dozê hatiye Êlihê, têkildarî dozê ji rojname me re axivî. Erkîş destpêkê bûyerên ku bi serê êzidiyan ve hatine bi bîr xist û diyar kir ku zêdetirî mehekê ye ji bo şopandina dozê hatiye Êlihê û li şûna gundê xwe li otelan dimîne. Erkîş da zanîn ku doza girtinê gundê xwe dikin û wiha got: “Me beriya 26 salan bi emanetî gundê xwe da Reşkotan lê niha li gundê me asê bûne û bi xayîntiyek mezin nadine me”

Erkîş got ku li gel hemû hewldanên wan ên civakî reşkotan nêzî radestkirina gund nebûne û neçar mane ku ji bo girtina gundê xwe serî li rêya hiqûqî bidin. Erkîş di berdewamê de destnîşan kir ku derbarê emanetkirina gund de delîlên xurt di destê wan de hene û wiha pê de çû: “Dema ku me gundê xwe emanetî reşkotan kiriye, li noterê bi awayekî nivîskî bi wan re peyman çêkiriye. Her wiha bi dîmenan jî bi reşkotan re peyman hatiye çêkirin û hê jî qeydê vê peymanê bi me re hene.”

Herkes dizane Kelhok a êzidiyan e

Erkîş bal kişand ser cudabûna olî ya di navbera wan û reşkotanan de jî û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Eşîra reşkotan misilmanên û li gorî baweriya wan destkuj, nan û xwarina me li wan heram e. Lê axa me, pereyên me û tapoyên me li wan helal e.” Erkîş da zanîn ku li Êlihê ji bilî gundê wan gundên bi navên Qorix, Hecîr, Ênap û Texerî jî di rewşa gundê wan de ne û êzidiyên ji van gundan ji ber desteserkirina li ser wan nikarin vegerin gundên xwe.

Erkîş herî dawî bang li partiyên siyasî, saziyên sivîl û û rûspiyên herêmê kir ku beşdarî runiştina doza wan bibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl û rûspiyên herêmê jî dizanin ku gundê Kelhokê yê me êzidiyan e. Ji ber vê yekê em ji hemûyan daxwaz dikin ku doza me bişopînin û li cem heqiyê cih bigirin. Bila herkes zanibe ku em ê qet dev ji doza xwe bernedin û bedel çi dibe bila bibe em ê bên gundê xwe û li ser axa xwe bijîn.”

 

Albuma Nûçeyê