JIN

Nahêlin jinên li stargehan deng bidin

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 2 hezar 500 jinên ku li stargehan dimînin dê di 24’ê hezîranê de dengên xwe bi kar neynin.Li ser vê biryarê ji gelek jin û rêxistin nerazibûnên xwe nişan dan ku mafê herkesê heye ku tev li dengdayinê bibe.Her wiha jin daxwaz dikin ku demildest ev biryar were xerakirin

Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 2 hezar 500 jinên li stargehan dimînin dê di 24’ê hezîranê de dengên xwe bi kar neynin. Parêzer Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku bi hinceta ‘veşartinê’ mafên wan ê bikaranîna dengan hatiye xespkirin û got ku tevî hemû pêşniyarên wan Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî pirsgirêk çareser nekiriye.

 Jinên ku li stargehan dijîn nikarin dengên xwe bi kar bînin û femînîst parêzer Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku pirsgirêk bi zanebûn nehatiye çareserkirin. Li gorî qanûnan navnîşana stargehan ji bilî rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ji kesî re nayên gotin û ji ber biryara ‘veşartî’ sindoqan nakin stargehan. Esînê destnîşan kir ku di vê rewşê de binpêkirinek din a mafan tê jiyîn û mafê herî sereke yê destûra bingehîn mafê hilbijartinê ye.

Esînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku behsa 5 hezar û 500 jinî tê kirin û got ku mafê wan hatiye xestpkirin û divê demildest ev bê çareserkirin.

Divê wezaret û YSK bi hev re bixebitin

Esînê da xuyakirin ku wan wek parêzeran pêşniyariyên çareseriyê bi rayedaran re parve kiriye û wiha pê de çû: “Çawa li girtîgeh û aramxaneyan sindoq tên dayîn dikarin li stargehan jî bê avakirin. Navnîşanan dîsa bi peywirdaran re parve bikin. Wezira Polîtîkayên Civakî û Malbatî û YSK dikarin vê bi rehetî çareser bikin. Me pêşniyara ku dengan li ser pêkanîna e-devletê bidin jî kir.”

‘Wezaret pirsgirêkê çareser nake

Esînê diyar kir ku yek ji pirsgirêkên ku divê wezareta malbat û civakî çareser bike ev e û got tevî daxwazên wan pisgirêk nayê çareserkirin. Evrîm Kepenek STENBOL

Albuma Nûçeyê