POLÎTÎKA

MYK'a HDP’ê bi rojeva ‘Plana Çalakiyên Lezgîn’ dicive

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

MYK'a HDP’ê li navenda giştî ya partiyê dicive. Hat zanîn ku mijara sereke ya civînê çalakiya greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan  daye destpêkirin e. Li gorî agahiyan dê ji bo vê yekê ‘Plana Çalakiyên Lezgîn’ bê derxistin

Desteya Rêveberiya Navendî ya (MYK) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiyê kom dibe. Di rojeva MYK’ê de hilbijartina herêmî, grevên birçîbûnê û cezakirina parlamenterên HDP’ê yên berê hene.

Demek berê HDP’ê rêbazên diyarkirina namzetan nîqaş kiribûn û ragihandibû ku dê ji bo diyarkirina namzetan hilbijartinê pêk bînin. Bajarên ku dê HDP lê bikeve hilbijartinê jî weke mijareke din a civîna MYK’ê tê zanîn. Li cihên ku HDP bi partiyên din re tifaq çêkiriye, dê namzet neyên nîşandan. Her wiha dirêjkirin an jî nedirêjkirina mijara serlêdanên bernamzetiyê ku diviyabû di 5’ê kanûnê de bi dawî bibin jî dê di civînê de bê nîqaşkirin.

Mijara esasî

Mijara esasî ya MYK’ê jî çalakiya greva birçîbûnê ya ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin e. Hat destnîşankirin ku greva birçîbûnê ya Guven a bêdem û bêdorveger ketiye rewşeke krîtîk û dê di MYK’ê de ‘Plana Çalakiyên Lezgîn’ bê derxistin.  

Erêkirina cezayên parlamenteran

Her wiha erêkirina cezayên hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP’ê yên berê Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Baluken jî dê di civîna MYK’ê de bên nîqaşkirin. Rêveberiya HDP’ê cezayên dawî weke ‘cezakirina pêvajoya çareseriyê’ dinirxîne. Di civînê de tê payîn ku xeta têkoşînê ya li dijî vê bê nîqaşkirin. ENQERE-MA

Albuma Nûçeyê