POLÎTÎKA

Muxbîr Erdogan e

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Amedê têkildarî binçavkirinan axivî û wiha got: “Hevalên me bi îdiayên derew tên binçavkirin. Yê ku van îxbaran dike jî Erdogan bixwe ye.”

Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan di hemû axaftinên xwe de siyasetmedarên kurd hedef nîşan dide û piştî axaftinên Erdogan polîs deriyan dişikînin bi ser malan de digirin û dadgeh jî ceza dibirin. Dewleta tirk ragihand ku operasyona qirkirina siyasî ku zêdetirî 100 kes hatibûn binçavkirin di encama ‘îxbareke bênav’ de hatiye kirin. Her wiha siyasetmedar û rojnameger hêj di bin çavan de ne.

Di 9’ê cotmehê polîsên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê li 9 bajaran bi awayekî hemwext li hemberî siyasetmedar û rojnamegeran operasyona qirkirina siyasî pêk anîn.

Di çarçoveya van binçavkirinan de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeyeke pê re hatin Amedê. Temellî û heyeta pê re li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapameniyê li dar xist.

Temellî diyar kir ku ew operasyonan weke binçavkirinan nanirxînin û wiha domand: “Ez dibêjim divê ku raya giştî ya Tirkiyeyê li dijî van operasyonan xwedî helwest be. Hevalên me bi rêbazên herî hov tên binçavkirin. Bi van binçavkirinan îktîdar Tirkiyeya ku dixwaze ava bike, nîşanî me dide. Bi şikandina deriyan dikevin malan. Hovîtiyeke wisa nayê qebûlkirin. Bi van kiryaran tu kes dê dev ji têkoşîna xwe bernede. Hûn bi van kirinan xwe rezîl dikin.”

Di axaftina xwe de Temellî anî ziman ku ev operasyon li dijî hilbijartinên herêmî bû û wiha domand: “Beriya hilbijartina 24’ê hezîranê jî tifaqa AKP û MHP’ê kampanyaya hilbijartinê bi heman rêbazan bi rê ve bir. Kampanyaya xwe ya êrîşan dan destpêkirin. Ev jî bi gefên Erdogan dest pê kir.”

Hevseroka HDP’ê destnîşan kir ku li dijî tundî, êrîş û qeyûman dê kampanyaya ‘Siyaseta Demokratîk’ bidin destpêkirin û bang li hemû gelên Tirkiyeyê, jinan, kedkaran kir ku werin bi hev re têbikoşin.

Her wiha têkildarî operasyona qirkirina siyasî rayaderên hikûmeta AKP’ê diyar kirinbûn ku operasyon li ser ‘îxbara bênav’ pêk hatiye. Temellî jî li ser ‘îxbara bênav’ jî ev tişt vegot: “Em dizanin kê îxbar kiriye. Erdogan her roj îxbar dike. Lîsteya îxbaran û navê îxbar nîne. Teşkîlateke emniyetê û feraseteke ku axaftinên Erdogan ji xwe re wek talîmat dibînin hene.” AMED

Albuma Nûçeyê