CÎHAN

Muhammed Bin Selman birîndar bû

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Prensê welîahd ê Erebistana Siûdî yê berê Muhammed bin Naîf ragihand ku prens Muhammed bin Selman di bûyerên Xezamiyê de birîndar bû lê niha rewşa wî baş e.

Nêzîkî mehekê ye prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed Bin Selman dernakeve pêşberî kamerayan. Li gor îdîayan Bin Selman di bûyera Xezamî ya şeva 21ê Nîsanê de ku nêzî Qesra Qraliyetê pêk hatibû de rastî êrişê hat. Heta di dema serdana wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de jî derneket pêşberî kamerayan.

Li gor nûçeya IRIBê, Prensê welîahd ê Erebistana Siûdî yê berê Muhammed bin Naîf li ser hesabê xwe yê medya civakî yê twitterê peyamek parve kir û got: “Dimenên aîdî Muhammed Bin Selman ku berê hatibû parvekirin ê berê ne. Nûçeyên ku dibêjin Bin Selman di êrîşekê de birîndar bûye rast e, lê niha rewşa wî baş e.” RIYAD

Albuma Nûçeyê