NÛÇE

MSD: Em daxwaza diyalogê erênî dibînin

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de MSD’ê ragihand ku ew daxwaza rejîma Sûriyeyê ya diyalogê bi erênî dinirxînin û da zanîn ku rêbazên leşkerî yên li Sûriyeyê dibe sedem ku parçebûn çêbibe.

MSD’ê di serî de pêvajoya heşt salan a şerê Sûriyeyê bibîr xist û wiha got: “Ji ber hewldanên çareseriya leşkerî gelek encamên metirsîdar derketin û rewşa radîkalbûnê û parçebûna civaka Sûriyeyê zêde bû. Nemaze koçberkirin, guhertina demografîk û destwerdanên hêzên derve hişt ku lihevhatinên di navbera aliyên Sûriyeyê de tune bibin. Atmosfêra radîkalbûnê geş bû û komên terorîst hatin avakirin û rojane kiryarên xwe li dijî hemû pêkhateyên Sûriyeyê dan meşandin. Ev gava li hemberî vê metirsiyê yekitî ye, nemaze ji ber ku ev diyarde çarenûsa welat û paşeroja wê têk dibe. Lê razemenîkirina di vê mijarê de û dijberiyên di navbera aliyên aloziyê de hişt ku teror geş bibe û çareseriya siyasî lawaz bibe.”

Tekane rê hevdîtinên rasterast in

Di berdewamê de jî HSD’ê balkişand ser destwerdana hêzên derve û wiha domand: “Tu çareserî ji aloziya Sûriyeyê re peyda nekir. Sûriye ji aliyê Koma Astana ve weke herêmên serweriyê hate parçekirin, guhertina demografîk dane meşandin û hin herêmên ku bi giştî aloziya Sûriyeyê de aram bûn, têk birin. Herêma Efrînê ku bi aramî dijiya û pêşwaziya koçberan dikir, bi hevpeymanekê û komployên veşartî hate dagirkirin û yekitiya axa Sûriyeyê xistin metirsiyê. Dagirkerên li Efrînê jî parçebûnê diçespînin û cûdahiyê li ser bingehên mezhebî û nijadperestî dixin nav pêkhateyên civakê. Aliyên Sûriyeyê nas kirin ku ne pêkan e çareserî bi rêbazên leşkerî pêk were û danûstandinên bi rêya navbênkaran tu encaman bi xwe re nayne. Aliyên destwerdanê dikin jî li gorî berjewendiyên xwe alîkariya aliyekî ji van aliyan dikin, ji ber vê yekê divê çareseriya siyasî di navbera aliyên Sûriyeyê de bi awayekî rasterast esas bê destgirtin da ku gelê Sûriyeyê bikaribe çarenûsa xwe dûrî destwerdanên derve diyar bike û rê li pêşiya parçekirina welat û razemenîkirina aloziya wê bigire.”

‘Rêbaza leşkerî çareserî nîne’

MSD’ê destnîşan kir ku di aloziya Sûriyeyê de pêkhateyên bakurê Sûriyeyê xeta sêyemîn esas girt û ev agahî dan: “Ji bo herêmên xwe ji şer û wêranê dûr bixînin jî xwe birêxistin kirin û rêveberiya xwe ya xweser ava kirin. Bi vê yekê re jî aramî û binesaziya herêmê parast û rewşa civakên xwe pêş xistin. Her wiha projeyên damezirîner ên avakirina sîstemeke demokratîk, piralî û nenavendî diyar kirin û bingeha avakirina Sûriyeya nû deynin. Em ji dema hatine damezirandin û heta îro, hewldanên me ji bo diyalogê berdewam in. Ji destpêkê ve nêrîna me ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê ew e ku tenê bi diyalogê çareser dibe. Di vê der barê de em rastî çavbirçîbûna hin aliyan dihatin ku çareseriya leşkerî esas digirtin û daxwazên pêkhateyan ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve dihatin paşguhkirin.  Her wiha paşguhkirina çareseriya demokratîk û israra mayîna desthilatdariyê berdewam bû û ji hêzên civakî dixwaze ku xwe radestî siyasetên rejîmê bikin an jî li hemberî şerekî leşkerî rû bi rû bimînin.”

Hevgirtina hemû aliyan girîng e

Daxuyniya HSD’ê wiha bi dawî bû: “Me xwe bi van gefxwarinan re mijûl nekir û me ji bo şerê li dijî terorê xebatên xwe dane meşandin û herêmên ku rêjîmê ji terorê re vala kiribûn, me ew rizgar kirin. Dema ku hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniya vekirina deriyê danûstandinan da, me bê dudilî û tavilê ev helwesta hikûmetê qebûl kir. Me daxuyaniyên hikûmetê yên ber bi hevdîtinên di navbera aliyên Sûriyeyê de erênî şîrove kir da ku derfeteke nû were peydakirin û guhertineke ber bi rawestandina lehiya xwîna welatiyên Sûriyeyê ve pêk were û xebatên peydakirina aramiyê û jinûve avakirinê bêne destpêkirin. Em hêvîdar in ku rêbazeke lihevkirinê were peydakirin da ku hemû nûnerên gel li hev bicivin û ji siyasetên yekalî û tunekirinê were dûrketin. Çareseriya Sûriyeyê bêyî hevgirtina hemû aliyên Sûriyeyê temam nabe heta ku Sûriyeke demokratîk li gorî destûreke ku hemû alî tê de di erk û peywiran de weke hevdu nebin."

Albuma Nûçeyê