CÎHAN

Moskov: DYA’yê şerê aborî da destpêkirin

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev li ser guvaşên aborî yên Washingtonê yên li ser Moskowê got, “Ragihandina şerê aborî ye.’’

Rêveberiya DYA’yê têkildarî jehrdana sîxûrekî rûs ê berê ya li Brîtanyayê pêcşemê guvaşên aborî yê nû yên li ser Rûsyayê ragihadin. Qesra Spî her wiha hişyarî da û got dibe ku siberojê guvaşên aborî yên pêla şeşa jî pêk bînin.

Li gorî ajansa nûçeyan a înterfaxê Medvedev der barê guvaşên aborî got, “Heke xebatên benqeyekê an jî qedexekirina pereyekî hebe, mirov aşkera bibêje ev şerê aborî ye.’’

Medvedev her wiha got, “Bi teqezî divê mirov bersivê bide vî şerî. Bi rêyên aborî, siyasî û rêyên din. Divê dostên me yên Amerîkî bi vê zanibin.” Qesr Kremlînê li ser guvaşên li ser berhemên teknolojîk jî gotibû, “Nayê qebûlkirin’’ , “ne dostane ye’’ û   “îllegal e.’’

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Trump sinyal da ku wê pêleke nû ya guvaşan were û dê nehêlin ku şîrketên rêya hewayê ya rûs li balefirgehên DYA’yê xwe deynin û têkiliyên dîplomatîk ên du welatan dibe ku werin sekinandin. MOSKOV

Albuma Nûçeyê