CÎHAN

Moodysê puanê bankayên tirk kêm kir

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku saziya derecekirina kredî ya navneteweyî Moodysê puanê 17 bankayên tirk kêm kir. Li gorî zanyariyên berdest, saziya derecekirina kredî ya navneteweyî Moodysê puanê 17 bankayên tirk kêm kir. Her wiha Moodysê ji xeynî kêmkirina puanê 17 bankayan biryar da ku 19 saziyên fînansî jî têxe şopa puandayînê.


Li gorî nûçeya Bloomberg HT’yê, saziyê di daxuyaniya xwe de ev diyar kir: “Daxistina puanan, ji xeynî neyîna profîla fonî ya saziyan bandoreke xerab li rewşa pêkvexebat a Tirkiyeyê dike.” Moodysê ji bo şopa 19 saziyên fînansî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi şopa puandayînê em ê li ser îhtîmala xerabûna rewşa heyî û bandora wê ya li hêza kredî ya serbixwe ya bankayan rawestin.”


Moodys beriya du rojan şaredariyê bajarê mezin ên Stenbol û Îzmîrê, tevî ku TOKÎ’yê xistibû lîsteya şopandinê. Moodysê niha jî şîrketên Anadolu Efes Bîra (Efes), Coca-Cola(CCI), Holdînga Doguşê (Doguş), Fabrîkayên Hesin û Pola yên eregliyê (erdemîr), Holîdnga Koçê (Koç), Saziya Piştevaniya Artêşê (OYAK), Şîrketa Ronesasê ya Emlakê (Ronesans), Turkcell, THY, TUPRAŞ û Şîşecamê xist lîsteya şopandinê. Ev yeka hanê hem ji bo bankayên tirk hem jî ji bo şîrketên tirk ji bo peydekirina kredî û deynan dê zehmetiyê çêbike ku dê maliyeteke xwe ya mezin jî li ser aboriya Tirkiyeyê hebe. 

Albuma Nûçeyê