NÛÇE

Minbicî li dijî dewleta tirk meşiyan

Dem : 20 Pûşper 2018 Çarşem

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser bakurê Sûriyeyê û hewldana wê ya ji bo dagirkirina Minbicê, bi hezaran welatiyên Minbicê û gundewarên wê bi dirûşma ‘Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê nûnertiya gel dike’ çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de tevî nûnerên rêveberiya xweser, gelek fermandarên meclisa leşkerî jî amade bûn.

Çalakî ji çerxerêya El Beta ya ku dikeve aliyê başûrê Minbicê dest pê kir û ber bi qada giştî ya bajar ve çû. Li qadê jî meşa welatiyan veguherî mîtîngê. Di mitîngê de cîgirê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El Benawî axivî û diyar kir ku meclisa leşkerî dê mertalê bajarê xwe be û tu carî derfet nade ku dewleta tirk destwerdana Minbicê bike.

Êrîşên li ser Sûriyeyê şermezar kirin

El Benawî tekez kir ku dê bersiva her kesên ku dixwazin aramî û ewlehiya Minbicê tevlihev bikin, bidin. Her wiha li ser navê eşîrên Minbicê Îbrahîm Şelaş jî ev tişt anî ziman: “Em destwerdana Tirkiyeyê ya xaka Sûriyeyê bi temamî şermezar dikin. Em tu carî derfet nadin dagirkeriya dewleta tirk ku bihistek jî axa me dagir bike. Em ê wek gelê Minbicê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê destekê bidin Meclisa Leşkerî ya Minbicê.”

‘Li dijî dagirkeriyê rabin’

Li ser navê rêveberiya herêma Dêrazorê jî Xelef El Esed axivî û diyar kir ku ew wek şêniyên Dêrazorê amade ne ku li dijî hemû êrîşên ku yekitiya gelê herêmê hedef digirin, derkevin. El Esed di dawiyê de jî bang li hemû şêniyên herêmê kir ku bi yekdestî li dijî dagirkeriyê rabin û herêma xwe biparêzin.

Banga têkoşîna hevpar kirin

Li ser navê rêveberiya xweser jî Hamid El Ferec daxuyand ku ew hatine bajarê Seyîf El Ah û Buhterê da ku li dijî dagirkeran bisekinin. El Ferec tekez kir ku ew dê bi berxwedana xwe rê nedin Erdogan ku vîna wan binpê bike. Nûnerên eşîr û saziyên din jî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û banga têkoşîna hevpar kirin. Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi dawî bû. MINBIC

Albuma Nûçeyê