NÛÇE

Minbic ji bo hemû Sûriyeyê dibe mînak

Dem : 12 Tebax 2018 Yekşem

Bi rizgarkirina Minbicê re li bajar hemû pêkhate tev li rêveberiya sivîl a ku nû hatiye avakirin dibin. Hat zanîn ku di salvegera duyemîn a Minbicê de dê Komeleya Çerkezan bê avakirin. Di heman demê de hemû pêkhateyên bajar ji bo pîrozbahiyên salvegerê di nav amadekariyan de ne

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi desteka HSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê di 12’ê tebaxa 2016’an de bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Di duyemîn salvegera rizgarkirina Minbicê de dê welatiyên çerkez, bi dirûşma ‘Xêrxwazî, aborî, civakî’ yekemîn Komeleya Çerkezan li Minbicê ava bikin.

Der barê mijarê de Endama Rêveber ê Komeleya Çerkezan Neciyê Qirtawî anî ziman ku armanca komeleyê ew e ku ciwan û nifşên nû fêrî kevneşopiyên çerkezan bibin da ku ji holê ranebin. Di berdewamê de jî Qirtawî bi lêv kir ku dê komele di nav Minbicê de jî welatiyên çerkez birêxistin bike û alîkariyê bide xizanan.

Amadekariyên pîrozbahiyan

Di berdewamê de jî Qirtawî bi lêv kir ku li gel fêrkirina kevneşopan û xwarinên çerkesan ên gelêrî, welatiyên çerkes û bi taybetî ciwan dê tev li dewreyên govend û stranên çerkezî jî bibin. Tê payîn ku dê salvegera rizgarkirina Minbicê di 15’ê tebaxê de bê pîrozkirin. Hat zanîn ku dê vekirina komeleyê jî di vê rojê de bê pîrozkirin û endamên Komeleya Tirkmenan a Minbicê jî tev li şahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê bibin.

Hat zanîn ku hemû pêkhateyên li Minbicê ji bo pîrozbahiyên duyemîn salvegera rizgarkirina Minbicê dest bi amadekariyan kirine. MINBIC

Albuma Nûçeyê