POLÎTÎKA

Mîmarê aştiyê Ocalan e

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

HDP’a navçeya Erxeniya Amedê di çarçoveya hilbijartinê de xwarina fitarê da. Namzedên HDP’ê yên Amedê Musa Farîsoğullari û Selçuk Mizrakli di nav de gelek welatî beşdarî bernameya fitarê bûn. Piştî fitarê namzed Farîsogullari bal kişand ser axaftinên Erdogan ên Amedê û wiha got: “Erdogan tê Amedê, behsa ku çi qas mirov kuştine dike. Siyaseteke wiha li tu devera cîhanê tune ye. Em ê bersiva herî xurt di 24’ê hezîranê de bidin wan.”

Namzed Mizrakli jî ev tişt vegot: “Pêdiviya welat bi aştiyê heye û mîmarê vê aştiyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Sê sal in di bin tecrîdek giran de ye. Xeta me tenê dikare welat ji şer rizgar bike.”

Meclisa Ciwanên HDP’ê li navçeya Rezanê, aktîvîstên TJA’yê jî li Parka Rojna ya li ser Cadeya Musa Anter a navçeya Peyasê sofreya ser rûyê erdê danîn. Li navçeya Çinarê namzedê HDP’ê Fahrîoglu Akin çûn serdan mal û taxan. 

Li Êlihê jî namzedan çûn serdana gundan û banga mîtînga ku dê di 20’ê hezîranê de li Êlihê pêk bê, kirin. AMED

Albuma Nûçeyê