ÇAND Û HUNER

Mikurhatin dilsozî ye - Xelîl Xemgîn nivîsand

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Xelîl Xemgîn

Di hoyên taristanî yên Rojhilata Navîn de di nava qîlên cîhanek durûtî, berjewendperest û bê edalet de; ji neteweyeke perçe perçe, ji civakek li ber xirqên mirinê ku bi her cureyan pê hatî lîskandin, jinûvevejiyandin û hêvîdarkirin, mîna vegerandina miriyekî li jiyanê ye.

Ne karekî hêsan e. Bi temamî destan û efsûneyek e, bûye û dibe dîroka mirovahiyê. 40 sal e “Destarê vejîna jiyana nû” bi hemû zexmiya xwe bê rawestandin digere û berdewame.

Tu qeyd, bend û kelem nikarin xwe li ber rastiya vê felsefeya ku Rêber Apo afirandî ragirin. 40 sal e ji kîjan qonaxê heya ku derê!

  • Bi civakî û bi neteweyî êdî me daye ser şopa venegerê!
  • 40 sal e tilsim û şîfreyên Ronesansê di ayetên vê felsefeyê de veşartîne.
  • Nêrînên ji derve çi dibin bila bibin, a pêwîst cewhera dînamîka hundirîn e.

Giranî û gewhera paradîgmaya Ocalan afirandiye, ji bo hemû gelan û civakan weke hêvî û Ronesansa serdemê tê pejirandin. Rexneya Ocalan ( ...hêza we ya têgihîştin û fêmkirinê lewaz e, hûn min seranser fêm nakin, fêm bikin jî êdî derengmayî û fersendan ji dest direvînin) li tevger û civaka kurd dikir, îroj em dibînin ji derve de jî heman rexne ji aliyê rewşenbîr û zanyarên navneteweyî û herêmî ve tê piştrastkirin. Hem bi civakî hem jî bi rêxistinî hin teybetmendiyên me yên hişmendiyê, her demê bûne kelem li ber pêşketin û destkeftiyan.

Bê şik û guman im ku di van 40 salên borî de destkeftî û nirxên vê tevgerê afirandine, hem yekane ne û hem jî mucîzeyên sedsalê ne. Belkî hin kes vê yekê mubalexe bibînin lê mirov dikare mînakên van mucîzeyan bi serfirazî bibêje; di vê serdema ku hemû hêz û dewlet bi polîtîkayên şer û cengê ve mijûl in, bira ketiye pêsîra birayê xwe, ma karê kîjan Egîdan e ku bi çareseriya biratiya gelan bang bikin?

5 hezar sal dîroka koledariya jinê di serdema moderniteya kapîtalist de ku jin kirî xam-madeya sermayeya herî bingehîn. Vejîna jina serbilind û dengvedana berxwedana jina kurd ne mucîze ye ma çî ye! Bi baweriya min di dirêjiya salên tekoşînê de îro êdî zelaliya dihat hêvîkirin ji nava refên şoreşê heta xebatkar û kedkaran, ji dilxwaz û welatparêzan heta dost û alîgiran, du tîpên hişmendiyê derketine holê.

Tîpa yekemîn ji her milî de xwe bi felsefe û bîrdoziya Tevgera Azadiyê têr û tije xwedî dike, xwe mazûvan û xwediyê malê hîs dike û bi berpirsiyarî, wijdanî û exlaqî tevdigere. Tîpa duyemîn jî (Bi teybetî di van salên dawiyê de ev tîp zêde bûye) ji afirandinê bêhtir, çav li tiştên hazir e, gazinc û bendewariyan dike. Her demê dixwaze Tevgera Azadiyê veguhêze ser şêwaza xwe û xwe ji xwediyê malê bêhtir wek mêhvan û hukumdar dibîne.

 Bêguman tespîtên me destnîşan kirine di her qadê de tên dîtin. Bê şik e ku para her yekê ji me di van kêmasî û netêrbûnan de heye. Her wiha bi sedema salvegera vejînê ji bo her kesekî wefadarî û erdemî ye ku mirov xwe ji kêmasî û netêrbûnê rizgar bike, hêvî û baweriyên xwe û derdora xwe xurt û qewîm bike. Em weke civak, welatparêz, ciwan, jin û ronakbîr xwe nêzî daxwaz û armancên Rêber Apo bikin û li xwe mikur bên ku ev dilsozî û dilpakî ye.

Albuma Nûçeyê