ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Şehîd Hogir bi dawî bû

Dem : 22 Kewçer 2018 Duşem

Mîhrîcana Şehîd Hogir a Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê bi çalakiyên cur bi cur bi dawî bû.

Şêniyên herêma Reqqa, Tebqa, Girê Spî û Cizîrê beşdarî mîhrîcanê bûn. Her pêkhateyekê di mîhrîcanê de çand û hunera xwe nîşan da. Di mîhrîcanê de, li gel stran, dîlan û xwendina helbestan, pêşbirka pirsan hatibû organîzekirin. Ji kesên beşdarî mîhrîcanê bûbûn 10 kes bi ser ketin û diyarî li wan hatin belavkirin.

Her wiha xwarinên gelerî yên ereb, kurd, suryan û ermen hatin pêşkêşkirin. Di mîhrîcanê de, konê ereban (Bêt El Şeîr) ku çanda pêkhateyên ereban diyar dike, hate vedan û pêşangeha wêneyên Şehîd Hogir hate vekirin. Paşê ciwanên Minbicê stranê folklorî gotin û Koma Dîlanan a Şehîd Şoreş a Girê Spî dîlan pêşkêş kirin. Beşdaran li ber mûzîkê dîlan gerandin. KOBANÊ
 

Albuma Nûçeyê