ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz hat lidarxistin

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Mîhrîcana Jinan a Çand û Hunerê ya Sakîne Cansiz îsal bi temaya “Jin û Berxwedan” li Paytexta Swîsre Zurîhê hat lidarxistin.

Li qada mîhrîcanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û parlementerên girtî yên HDP’ê û pankartên li ser têkoşîna jinan a Rojava hatin daliqandin.

Di mîhrîcanê de bi mijara ‘Jin, şîddet û berxwedan’ panelek hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, çalakgera ji Basê Nekane jî tev li panelê bûn. Di panelê de hat gotin ku divê jin di her şert û mercan de xwe biparêzin. Jinan destnîşan kir ku li hemberî tundiya mêran xweparastina jinan gelekî girîng e.

Têkoşîna Sara didome

Çalakgera ji Baskê Nekane ya ku ji ber daxwaza hikûmeta Îspanyayê di girtîgehê de mabû jî di panelê de axivî. Nekane wiha got: “Heke îro jin dikarin werin ba hev, ev bi saya têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê pêk hatiye. Berdêla wê çi dibe, bila bibe em ê têkoşîna jinan a azadiyê biparêzin.”

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca bal kişand ser tundiya ku li Tirkiyeyê li dijî jinên HDP’î tê kirin. Konca qala girîngiya hilbijartinên 24’ê hezîranê jî kir û wiha got: “Ev hilbijartin wê desthilatdariya Erdogan hilweşîne. Li Tirkiyeyê alternatîfa hêza demokratîk tenê HDP ye. Ger HDP bendê derbas neke wê çûyîn û hilweşîna Erdogan û desthilatdariya wî pêk neyê. Ji ber vê sedemê divê di van hilbijartinan de her kes piştgiriyê bide HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş.”

Wê dahatuya hemû mîhrîcanê ji gelê Efrînê re were şandin. Gelê Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk neçar mane ku ji Efrînê derkevin û li herêma Şehbayê bi cih bûne. Lîstikvanê berê yê Amed Spor Denîz Nakî jî cilên Amed Spor yê ku îmze dike difiroşe û dixwaze destekê bide efrîniyan.

Di mîhrîcanê de zarok jî nehatin jibîrkirin. Li qada festîvalê ji bo zarokan cihek taybet hate çêkirin û zarokan jî lîstik û çalakî lidarxistin. ZURÎH

Albuma Nûçeyê