JIN

Midûrê girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyan xwar

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibin. Hat zanîn ku midûriyeta Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi gotinên ‘canê we di destê me de ye’ gef li girtiyên siyasî xwariye

Endama Weqfa 78’an  Şengul Yuksel ku di meha hezîranê de ji Girtîgeha Jinan  a Bakirkoyê hat tehliyekirin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan ji JINNEWS’ê re axivî. Yuksel da zanîn ku bi taybetî jî piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di got ‘girtî xwe ji bo serhildanan amade dikin’ û ji ber OHAL’ê, binpêkirina mafan a li girtîgehan zêde bûye.

Yuksel destnîşan kir ku piştî daxuyaniya Bahçelî, êrîşên li ser girtîgehan zêde bûne û wiha domand: “Heta ku pêlavên hevalên jin jî li cem mêran derxistin û lêgerîn kirin. Em rastî pêkanînên dijdemokratîk hatin. Ger ku tiştek li girtîgehan biqewime, berpirsê wê Devlet Bahçelî ye.  Tu şansê xweparastinê yê girtiyan nîn in û nikarin bibin sedema bûyerekê jî. Ger li girtîgehan tiştek biqewime jî sedema wê alîgirên Bahçelî yên di girtîgehan de ne.”

‘Canê we di destê me de ye’

Di berdewamê de jî Şengul Yuksel anî ziman ku midûrê girtîgehê gef li wan xwariye û ev agahî parve kirin: “Hat koxuşa me û got ‘Canê we di destê me de ye. Em ê van deran li we teng bikin.’ Girtiyên jin ên dibin nexweşxaneyê jî destê wan ji pişt ve tên kelepçekirin. Her wiha girtiyên siyasî û edlî di heman wesayîta rîngê de dibin nexweşxaneyê. Bi vê yekê re jî dixwazin girtiyên siyasî bikin hedefa girtiyên edlî.”

Bang li raya giştî kir

Yuksel got ku bi hinceta ‘rewşa awarte heye’ hemû daxwazên girtiyan tên redkirin û wiha bidawî kir: “Qedexeya name û pirtûkan jî berdewam e. Ez bang li raya giştî dikim ku xwedî li girtiyan derkevin.” STENBOL

Albuma Nûçeyê