NÛÇE

Metirsiya komkujiyê li ser kurdên kakeyî heye

Dem : 05 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Kurdên kakeyî yên li Kerkûk û sînorê Daqoqê, niha jî bi komkujiyeke çeteyên DAIŞ’ê re rûbirû ne. Hat zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li gundên kakeyiyan digerin û dirûşman berz dikin. Kakeyî dibêjin ku tevî metirsiya komkujiyê jî tu hêz wan naparêzin

Çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê êzidî komkujiyên mezin pêk anîn û di encamê de jî bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran hatin birîndarkirin û zarok û jin jî di nav de bi hezaran êzidî jî hatin revandin. Metirsiya çeteyên DAIŞ’ê niha jî li ser gundên kakeyiyan zêde dibe. Li gorî agahiyan, ji ber nebûna hêzên ewlehiyê, gelek gundên kakeyiyan hatine valakirin.

Hat zanîn ku liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li navçeyên başûrê Kerkûkê zêde bûye. Ev bûye sedema metirsiya welatiyan û gel gundên xwe berdidin. Çeteyên DAIŞ’ê çavê xwe berdane ser kakeyiyan û dixwazin komkujiyek pêk bînin.

Bi şev di nav gundan de digerin

Gundên Elî, Seray, Zenqir û Ereb Koy ku navê wê kirine Kobanê, li sînorê bajarokê Daqoqê ya parêzgeha Kerkûkê ne. Liv û tevgera çeteyan li derdora van gundan gelek zêdeye. Hema bêje her şev çeteyên DAIŞ’ê dikevin nav gund û dirûşmên ‘Alah û Ekber’ berz dikin. Kakeyî li gundê Nişînane yê bajarokê Daqoqê, di çend mehên dawî de rastî gelek êrîşan hatin lê tevî vê yekê jî hêzên leşkerî yên artêşa Iraqê welatî neparastin.

Gelek gund hatine valakirin

Destpêkê li sînorê gundê Mekteb Xalid ê li başûrê Kerkûkê heya gundê Zerge yê li sînorê navçeya Xurmatû ya bi ser parêzgeha Salehaddîn ve, hêzên pêşmerge hebûn û parastina wê dikirin. Lê piştî bûyerên 16’ê cotmeha 2017’ê ev sînor hatin valakirin û tenê çend roj hêzên polîsên federal çûn wan gundan. Di demên dawî de di nav gelê kakeyî de tirsek mezin a komkujiyê çêbûye. Ji ber vê tirsê zêdetirî 9 gundên kakeyiyan hatine valakirin û xwediyên wan jî derbasî navenda Daqoqê bûne.

Naxwazin gundên xwe berdin lê neçarin

Rojnameger û her wiha ji şêniyên gundê Elî Serayê, Helmet Kakeyî têkildarî mijarê axivî û anî ziman ku berdana mal û milkê bav û kalan ji bo kakeyiyan gelek zor e. Kakeyî got ku ev bi sedan salan e kakeyî li van gundan dijîn û wiha domand: “Di demên dawî de gelek bûyerên terorîstane di nav gundên me de çêdibin lê tu hêzek nîne ku me biparêze. Ev yek bûye sedem ku xelk gundên xwe berdin û koçber bibin. Baweriya welatiyan bi hêzên federal nîne.”

‘DAIŞ dixwaze kakeyiyan tune bike’

Di berdewamê de jî Helmet bal kişand ser armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser kakeyiyan û wiha bi dawî kir: “Ji ber cudabûna olî çeteyên DAIŞ’ê di serî de êrîşî kakeyiyan dikin. Çete dixwazin kakeyiyan bikujin, tune bikin û dawî li mezheba wan bînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelemperiya kakeyiyan li Kerkuk û sînorên derdora bajarokê Daqoqê ne. Her çiqas hejmara wan tam neyê zanîn jî gelemperiya wan li vê herêmê dijîn. KERKÛK

Albuma Nûçeyê