NÛÇE

Mertala parastinê berfireh dibe

Dem : 28 Pûşper 2018 Pêncşem

Çalakiya Mertalên Zindî ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatiye destpêkirin her diçe berfireh dibe. Duh bi dehan ciwanên Kerkûkê tev li çalakiyê bûn û gotin ku ji bo axa xwe ya pîroz bi canê xwe dibin mertal

Çalakiya Mertalên Zindî ya ku ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk di 8’ê hezîranê de li Binarê Qendîlê dabûn destpêkirin, di roja 20’an de didome. Her wiha piştgiriya ku ji bo ciwanan ji her diçe mezin dibe. Her roj welatiyên Başûr ji bo piştgiriyê diçin serdana ciwanan û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Duh jî ji bo piştgiriyê şêniyên gundê Meredo ya Qendîlê çûn serdana Mertalên Zindî. Gundiyên ku çûn serdana ciwanan diyar kirin ku heta dawî li dagirkeriya dewleta tirk were dê têkoşîna wan bidome.

Li ser navê Mertalên Zindî Wilyam Berzencî ku gelê Meredoyê pêşwazî kir, da zanîn ku ji ber destkeftiyên kurd ketiye metirsiyê ew dest bi vê çalakiyê kirine. Berzencî diyar kir ku niha xaka Kurdistanê dibin êrîşên dagirkeriyê de ye û got ku gefên li dijî Qendîlê hemû destkeftiyên Kurdistanê hedef digire.

Her wiha Berzencî herî dawî bang li hemû gelê kurd kir ku ji Qendilê heya Sine, ji Mahabad heya Silêmanî û Hewlêrê, ji Serhed heya Qamişloyê divê hemû Kurdistanê li gel gerîlayên azadiyê cih bigirin.

Dê têkoşîn bidome

Piştî axaftina Berzencî, li ser navê ciwan û gelê Meredoyê jî Soran Elî mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Gefa li ser Qendîlê gefeke tenê li dijî PKK’ê nîne, êrîşeke dagirkeriyê ya ku tevahî Kurdistanê hedef digire ye. Em wek gelê Başûr bang li dewleta tirk dikin û dibêjin ‘Em li vir in’. Heya em dagirkerî bi dawî bikin, dê têkoşîn bidome.”

Her wiha welatiyên Qendîlê jî destnîşan dikin ku armanca dewleta tirk qirkirina axa kurdan e û gotin ku Qendîl mala wan e, berdêl canê wan be jî dê cih û warên xwe biparêzin.

Tevlêbûn berfireh dibe

Ji aliyê din ve tevlêbûna nav Mertalên Zindî jî zêde dibin. Duh bi dehan ciwanên ji Kerkûkê tevli çalakiyê bûn. Ciwanên kut evli çalakiyê bûn diyar kirin ku ji bo axa Kurdistanê amade ne ku canê xwe feda bikin û gotin ku bi tu awayî rê nedin dagirkeriyê. Li bajarokê Sengeserê yê girêdayê Ranya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta tirk daxuyaniyek da û bang li jinên ciwan û ciwanan kir ku beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li Binarê Qendîlê bibin. QENDÎL

Albuma Nûçeyê