POLÎTÎKA

Medîar: HDP ji sedî 12 deng digire

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Ji bo hilbijartinên 24’ê hezîranê 11 roj man. Di vê hilbijartina ku dê hem serokkomar û hem jî parlamenter werin hilbijartin hesabên her du tifaqan – Cumhur (AKP/MHP) û Mîllet (CHP- IYI- SP)- li ser HDP’ê ye. Gelo rewşa HDP’ê çi ye? Şîrketên anketan êdî anketên xwe yên dawî bi cemaweriyê re par ve dikin. Li gorî anketa dawîn a Medîarê hilbijartina ji bo serokkomariyê dê bimîne tura duyemîn ango 8’ê tîrmehê. Lê gelo hilbijartinên parlamantoyê dê çawa bin?

Li gorî encamên dawî yên Medîarê di hilbijartinan de yek namzedê serokkomariyê jî bi tena serê xwe ji sedî 50+1'ê derbas nake  û hilbijartin dimîne tûra duyem. Her wiha AKP/MHP di ji sedî 47’an de dimîne û HDP jî bendê derbas dike û ji sedî 12 distîne.

Şîrketa Medîarê di navbera 8-11'ê hezîranê de li 27 bajaran bi 2 hezar û 401 kesî re ji bo hilbijartinên 24’ê hezîranê yên parlamento û serokkomariyê hevdîtin pêk anîn.

Li gorî Medîarê Tifaqa Cumhur ku ji AKP û MHP’ê pêk tê di serokkomariyê de ji sedî 50+1’ê derbas nake û li parlamentoyê piraniyê jî bi dest naxe. Li gorî Medîarê encam wiha ne: Tifaqa Cumhur(AKP/MHP) ji sedî 47.68, Tifaqa Millet (CHP/IYI/SP) ji sedî 39.42 û HDP jî ji sedî 12.14’an derdixîne. AMED

Albuma Nûçeyê