JIN

‘Me tu êrîş û qetlîman ji bîr nekiriye’

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Xebatên hilbijartinê li Kurdsitanê bê navber didomin. Bi taybetî di vê hilbijartinê de herî zêde jin bi şev û roj dixebitin. Li Êlihê jî jin derî bi derî, tax bi tax digerin û behsa polîtîkayên HDP’ê ji gel re dikin.

Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik destnîşan kir ew ji bo hilbijartinê komîsyon avakirine û di her komîsyonê de jin cih girtine û wiha got: “Hilbijartina 24’ê hezîranê hilbijartinek dîrokî ye. Peywirek mezin dikeve ser milê me. Em bawer in ku em ê bi ser bikevin.”

Berdevka TJA’yê Sabîha Ekîncî diyar kir ku ew wekî endamên TJA’yê li her derê xebatên xwe dimeşînin û wiha axivî: “Em tayînkirina qeyûman, êrîşên li hemberî Efrînê, êrîşên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê, êrîşên zayendî û kuştinên jinan ji bîr nakin. Me dayika Taybet ji bîr nekiriye. Ji ber vê em bê navber dixebitin.”

Menfiye Çelîk jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û anî ziman ku roja hilbijaritinê tecrîda li ser Ocalan ber çavan bigire û li gorî vê yekê dengê xwe bikar bîne. ÊLIH

Albuma Nûçeyê