NÛÇE

Malpera Rojnewsê rastî êrîşa sîberê hat

Dem : 30 Avrêl 2018 Çarşem

Malpera Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê şevê din rastî êrîşên sîberê hat û weşana ajansê hat rawestandin.

Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ku li Herêma Federal a Kurdistanê weşana xwe dike, şevê din rastî êrîşên sibêrê hat û weşana ajansê sekinî. Rojnews ku bi zimanên erebî, tirkî û bi zaravayên kurmancî û soranî weşan dikir, beriya niha jî gelek caran li Tirkiyeyê hatibû astengkirin.

Xebatên ji nû ve destpêkirina weşanê didomin. AMED

Albuma Nûçeyê