NÛÇE

Malbatên Şehîdan: Cenaze ji ber îşkenceyê nayên naskirin

Dem : 14 Îlon 2018 În

Hêzên leşkerî yên dewleta tirk li cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Starê îşkence dike. Malbatên şehîdan ên ku cenazeyên zarokên wan li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin gotin ku hovîtiyeke mezin li dijî cenazeyan hatiye kirin. Malbatan banga hestiyariyê li raya giştî kir û gotin ku divê pêşî li vê hovîtiyê bê girtin

Dewleta tirk a ku bi rêveberiya hikûmeta AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd konsepta tunekirinê daye destpêkirin, di şer de tu pîvanên mirovahiyê esas nagire. Ji parçekirina cenazeyên gerîlayan heta îşkencekirina wan, ji şewitandina cenazeyan heta xerakirina goristanan, ji dizîna hestiyên gerîlayan heta her cureyên din dijmirovî li dijî gerîlayan pêk tîne. Hikûmeta AKP-MHP’ê vê yekê jî têra nabîne ku niha jî malbatên gerîlayan ceza dike.

Weke ku tê zanîn gelek cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Starê li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin. Tevî ku gelek cenaze hatine teşhîskirin jî ji bo cezakirina malbatan, cenaze nayên dayîn. Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin jî dibêjin ku cenaze hatine îşkencekirin. Têkildarî mijarê malbatên ku cenazeyên wan li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin, agahî dan JINNEWS’ê. Hat zanîn ku nêzî 60 cenaze jî li goristanên bêkesan hatine veşartin.

Malbatan banga hestiyariyê kir

Li gorî agahiyên ji malbatan, zêdetirî 15-16 cenaze li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin û rojane jî cenaze tên nexweşxaneyê. Malbatan da zanîn ku îşkence li cenazeyan hatine kirin, laşê wan parçe bûne û ji ber ku cih li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê nîne, li Goristana Bajar a Meletiyê tên sekinandin. Têkildarî mijarê malbatan banga hestiyariyê li raya giştî kir û got ku şert û merc çiqas giran jî bin dê xwedî li zarokên xwe derkevin.

Rewşa cenazeyan vegotin

Malbatan destnîşan kir ku bi taybetî jî ev salek û nîve cenazeyên ku ji herêma Dêrsim û Çewlikê tên, nayîn naskirin û ev agahî parve kirin: “Şopên guleyan li ser nînin, gelemperî di encama bombebaranên SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dane. Li dijî cenazeyan hovîtiyeke mezin tê kirin.  8 cenaze ev mehek e di morgê de tên sekinandin û kurm ketine cenazeyan. Ji ber ku gelek cenaze ne yekparçe ne, malbatên wan nas nakin. Dixwazin malbat yek bi yek li hemû cenazeyan binihêrin û bi vê yekê jî îşkenceya psîkolojîk dikin.  Cenazeyên ku di 15 rojan de nehatin girtin jî li goristana bêkesan tên veşartin. Hinek malbat ji ber fikara ewlehiyê, cenazeyên zarokên xwe li cihê ku jê dayik bûna venaşêrin. Şaredarî wesayîta cenaze nadin û malbat bi derfetên xwe cenazeyên xwe dibin. Li goristana bêkesan nêzî 60 cenaze hene. Hinek cenazeyên li vê goristanê hatin veşartin ji gerîlayên Rojava û Rojhilat in. Li ser pirsînê jî derket holê ku hikûmeta Îranê cenazeyan qebûl nake.” MELETÎ

Albuma Nûçeyê