NÛÇE

Malbatên leşker û polîsan bang li hikûmetê kir

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) ÎHD'ê ya Amedê der barê leşker û polîsên ku piştî şerê 24'ê tîrmeha 2015'an ketine destê PKK’ê, bi tevlêbûna malbatên wan leşker û polîsan û parêzvanên mafên mirovan daxuyanî da. Malbatên leşker û polîsan bang li partiyên siyasî kirin û gotin ku êdî ew zarokên xwe dixwazin.

Daxuyanî ji hêla hevserokê giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ve hat xwendin. Turkdogan anî ziman ku tevî ku dîmenên leşker û polîsên di destê PKK'ê de, di ANF'ê de hatin weşandin jî rayedarên dewletê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane û wiha domand: “Dîsa neketin nav tu hewldanan. Berê jî piştî malbat ketin nav hewldanan zarokên wan serbest hatin berdan. Lê yekem care leşker û polîs nêzî 3 sal in girtî ne. Hêj me nekariye teslîm bigirin. Bê guman sedemên vê yekê hene. Sedema herî girîng şerê heyî ye. Divê pirsgirêka kurd bê şer çareser bibe. Divê dest ji şer berdin.”

Bang li hikûmetê kirin

Di berdewamê de jî Turkdogan bal kişand ser operasyonên derveyî sînor û wiha domand: “Tirkiye her ku diçe hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê zêde dike. Ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Beriya hilbijartinê ji bo di hilbijartinê de dengan zêde bike dixwaze leşkeran li Iraqê zêde bike û operasyonê pêk bîne. Baregehên mayînde ava dike û ev jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Em dixwazin di zûtirin demê de dawî li van operasyonan bînin. Em bang li namzedên serokkomariyê dikin ku guh bidin gotinên polîs û leşkerên hatin girtin. Ew hemwelatiyên vî welatî ne. Divê ji bo berdana wan hewldanên we hebin. Bi taybet jî ez bang li desthilatiya siyasî dikim. "

Bang li CHP, MHP û Erdogan kirin

Têkildarî mijarê dayika polîsê bi navê Vedat Kaya ku di 24'ê tîrmeha 2015'an de li ser rêya Çewlik - Amedê hatibû girtin a bi navê Emine Kaya jî axivî û xwest ku kurê wê bê berdan. Her wiha dayika leşkerê bi navê Suleyman Sûngur ku di 13'ê tebaxa 2015'an de li Lîcê hatibû girtin a bi navê Şirin Sungur ji bang li hikûmetê kir û wiha axivî: “Ez bang li CHP, MHP û Erdogan dikim. Em aştiyê dixwazin. Em dibêjin zarokên me berdin.”

‘Zarokên me radestî me bikin’

Dayika leşkerê bi navê Muslum Altuntaş ku di 2'yê cotmeha 2015'an de li Pilûmura Dêrsimê hatibû girtin a bi navê Songul Altuntaş jî ji bo rizgarkirina zarokên xwe ji dewletê xwest ku bi PKK’ê re lihev bike. Altuntaş bertekên xwe nîşanî hikûmetê dan û got ku ji ber vê rewşa kêfa wan a cejnê jî nîne. Bavê Semîh Ozbay ku di 18'ê îlona 2015’an de li ser rêya Xarpêtê hatibû girtin ê bi navê Gursel Ozbey  û bavê Ûmît Gicir ê ku di 21’ê îlona 2016’an de li Colemêrgê hatibû girtin ê bi navê Musa Gicir jî destnîşan kirin ku ew zarokên xwe dixwazin. Ozbey û Gicir bang li rayedarên dewletê kir ku zarokên wan radestî wan bikin. AMED

Albuma Nûçeyê