NÛÇE

Malbata Ocalan serî li dozgeriya Bursayê da

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin, cara 79'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji malbata Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, cara 79’emîn bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş  Sabiha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 11'ê îlona 2016'an heta niha 78 serlêdanên malbatan ên daxwaza hevdîtinê ji hêla serdozgeriyê ve hatine redkirin. Di heman demê de ji wê dîrokê ve ji Ocalan tu agahî nayên wergirtin. Tevî ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re li Kurdistan û cîhanê gelek çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin jî, dewleta tirk bi tu awayî nahêle ku bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. STENBOL

Albuma Nûçeyê