NÛÇE

Malbata gerîla Çevîk li cenazeyê zarokê xwe digere

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Malbata gerîlayê HPG’ê Omer Çevîk (Karker Tolhildan) ku tevî 12 hevalên xwe li Çiyayê Amanosê di encama bombebarana SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo dîtina cenazeyê kurê xwe serî li ÎHD’ê da. Malbatê da zanîn ku Serdozeriya Komarê ya Osmaniyeyê gotiye cenazeyê kurê wan li Saziya Tipa Edlî nîne. Malbata Çevîk jî dixwaze ku di zûtirîn dem de cenazeyê kurê xwe bibîne

Di 11’ê tîrmehê de di encama bombebarana bi Firokeya Biçek a Bêmirov (SÎHA) de, li Çiyayê Amanosê yê Osmaniyeyê tevî gerîla Omer Çevîk (Karker Tolhildan), 12 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Çevîk piştî kar û barên li Saziya Tiba Edlî (ATK) li goristana bêkesan hatibû definkirin. Malbatên gerîlayên HPG’ê ji bo wergirtina cenazeyên xwe, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.

Malbata Çevîk di 27’ê tebaxê de serî li ATK’ê da û xwest ku cenazeyê zarokê xwe werbigirin. Lê ATK’ê bi boneya ku cenaze veşartibûn, ji malbatê testa DNA’yê xwest. Li ser vê yekê jî malbatê ji bo testa DNA’yê xwîn dabû Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê. Malbat îro ji bo encama testa DNA’yê çû serdozgeriyê. Dozgeriyê ji malbatê re got xwîna wan li tu cenazeyan nehatiye.

‘Dixwazin hestiyên kurê xwe bibînim’

Li ser vê yekê jî malbata Çevîk ji bo ku aqûbeta zarokên xwe bizane, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da. Dayika Dayika Çevîk, Nazîme Çevîk têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku ew pir meraq dike ka cenazeyê kurê wê li ku ye. Dayika Nazîme got ku ger kurê wê jiyana xwe ji dest dabe, ew dixwazin ku cenazeyî wî bibînin û wiha dom kir: “Divê ev rewş demek zûtirîn bê çareserkirin. Bi salan e min kurê xwe nedîtiye. Ez hestiyên kurê xwe dixwazim.”

Ji daxuyaniya HPG’ê hîn bûn ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye

Der barê mijarê de bav Maksut Çevîk jî diyar kir ku wan ji daxuyaniya HPG’ê zanî ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin hîn bibin ka kurê me li ku ye. Ev demek dirêj e kurê min çûbû. Em dixwazin bizanin ka cenazeyê wî li ku ye. Divê ev mesele demek beriya demekê ronî bibe.” EDENE - MA

Albuma Nûçeyê