FOTOGRAF

Lo şivano lo şivano te biçûko ez heyrano!

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Ev wêneyê hanê li kêleka rêyeke ber bi Gilîdaxê ve diçe hatiye kişandin. Bi du şêwe xwendinên Roland Barthes ‘Stadium’ û ‘Punctum’ li wêneyê dinêrim. Stadium; wêne strana lo şivano tîne bîra mirovî. Wê strana ku tê de şivan li hemberî guran tê hişyarkirin. Gir, mêrg, şivanê biçûk, pez û kerê xurç li ser pişta wî, bi kulilkên Serhedê hev teman dikin û wekî wêneyên pastoral ên li ser tuwalên qirna 20’emîn li nav çavê mirov dinêrin. Punctum; Dîrekên ceryanê yên di wêneyê de wekî çarmixên Romayê ber bi asoyeke ve diçin. Li vê erda hanê ne bi çarmixa Romayê be jî gelek şivan bûne qurbaniyê roma reş.

Wêne; Welat Oztekîn

Binwêne; Ramazan Olçen

Albuma Nûçeyê