CÎHAN

Lîsteya kesên ku di hedefa Rûsyayê de ne

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Nakokiyên navbera Ûkrayna û Rûsya ya li ser nûçeya sûîkasteke sexte ya di derbarê rojnemevanekê de didome. Daraza Ûkrayna diyar kir ku lîsteyekê ku navê 47 kesan di hedefê de ne, li gel wan e.

Di nav hefteyê de hatibû îdîakirin ku rojnamevanê bi navê Arkadî Babçenko yê mûxalefetê Vîlademîr Pûtîn bi sûîkastekê hatiye kuştin, lê piştî vê hatibû ragihandin ku nûçeyeke derewe ku ji bo pêşîgirtina sûîkasêtê ji aliyê servîsa veşartî ya Ûkraynayê ve hatiye amadekirin.

Serdozgerê Giştî yê Ûkraynayê Yûrî Lûtsenko, îdîa kir ku li ser nûçeya derew a di derbarê kuştina Babçenko de gihiştine lîsteyekê sûîkastê ku navê 47 kesan li xwe digire. Lûtsenko yê li ser tevna civakî daxuyanî da, diyar kir ku di lîsteyê de kesên ‘ji aliyê terorîstan ve hatine hedefgirtin in’ di nav van de Rûs û Ûkraynî jî hene.

Li gorî îdîdaya dozger di nav bi dehan kesên di bin gefa sûîkastê de ne, rêjeya zêde ji rojnamevanan pêk tên.

Rayedarên Ûkrayna jî îdîa kiribû ku li welat servîsa veşartî ya Rûsya plankiriye ku wê li dijî 30 kesan sûîkastan pêk bîne.

Li aliyê din, duh di nav rojê de nêzî deh dîplomatên DYA, Brîtanya, Elmanya, Kanada, Îtalya, Fransa û Japonayê ku endamên G7 in hevdîtina wan a bi Dozgerê Giştî yê Ûkrayna re kirin bal kişand. Hate ragihandin ku hevdîtina li çapemeniyê girtî bi qasî 2 saetan dewam kiriye. KÎEV

Albuma Nûçeyê