ÇAND Û HUNER

Lîsê hemû dîwanên Cegerxwîn çap kirin

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004’an ve barê weşandina şahberhemên kurdîyê avêtiye ser milên xwe, xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta kurdî bike. Ev çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye

Di mêjûya wêjeya kurdî de, seydayê nemir Cegerxwînê Hesarî cihekî taybet û nêvnas digire û her dem wekî helbestkarê gel e hem klasîk hem nûjenxwaz deng daye û cihê xwe di dil û hişê gelê xwe de xweş kiriye.

Di vê çapa nû ya berhemên helbestî yên Seydayê Cegerxwîn de, Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004’an ve barê weşandina şahberhemên kurdîyê avêtiye ser milên xwe, xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta kurdî bike.

Ev çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê çapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin.

Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.

Lîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya kurmancî/kurdî derketiye û xwe berdaye rêça dirêj a pêşvebirina wêje û çanda kurdan, vê carê bi çapkirina dîwanên Cegerxwînê Seydayê helbesta kurdî li pêşberî xwînerên xwe ye... da ku em jî wekî Cegerxwînê gewre “nûjen bin bi pîrî”… da ku em “guh bidin saza” cegerê xwe. AMED

Albuma Nûçeyê