CÎHAN

Lîga Mafên Mirovan xelat da Îmret

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî xelata bi navê Carl von Ossîetzk îsal da Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl.

 Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî ji sala 1962’an û vir ve bi navê rojnamevan, nivîskar û pasîfîstê alman Carl von Ossietzky xelatê dide. Xelat ji kesên li qada civaka sivîl û mafên mirovan dixebitin tê dayîn. Saziyê xwediyên xelata îsal aşkera kir. Lîga Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku xelata îsal wê ji hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl re bê dayin.

Îmret ku li Almanyayê dijî, di emrê xwe yê ciwan de sala 2014’an ji bo hevşaredariya Cizîrê bi rêjeya ji sedî 83 ji hate hilbijartin. Ji ber ku dewleta tirk Îmret ji peywirê girt û lêpirsîn lê vekir, neçar ma vegere Almanyayê. Sala 2018’an li dadgeha navneteweyî ya li Parîsê qala sûcên dewleta tirk ên li Cizîrê yên di dema qedexeyên derketina derve kir. Wê roja 16’ê kanûnê li Berlînê merasîmek bê lidarxistin û xelat ji Îmret û Paûl re bê dayin. BERLÎN

Albuma Nûçeyê