CÎHAN

Li Yemenê şer: 19 leşker hatin kuştin

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Li Yemenê di şerê navbera hêzên artêşê û Hûsiyan ê li derdora bajarê El-Hûdeyde de, 19 leşker hatin kuştin.

Serokwezîrê Yemenê Ahmed Bîn Dagr, pêr ragihandibû ku bajarê El-Hûdeyde yê ku yek ji bajarên herî girîng ên peravê yên welat e, bi rizgarkirina ji destê Hûsiyan wê serketinekî mezin bi xwe re bîne.

Dagr, diyar kiribû ku piştî rizgarkirina Hûdeyde ya ku ji sala 2014’an ve di bin kontrola Hûsiyan de ye û dê operasyonan li paytext Sana, Taîz, Îbb, Mahvît û herêmên din operasyona dewam bike.

Hûsî, ji Îlona 2014’an vir ve paytext Sana û hinek herêm kiribûn bin kontrola xwe.

Li Yemenê nêzî 3 sal in di navbera hêzên hikûmetê yê ku ji aliyê hêzên koalîsyona ve di pêşengtiya Siûdî Erebîstanê ve tê destekkirin û Hûsiyên ku Îran piştgirî dide wan de şer bi dijwarî didome. SENA

Albuma Nûçeyê