CÎHAN

Li Yemenê karesata mirovî heye

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke ‘mezintirîn qeyrana mirovî’ hatibû ragihandin. Bi dehan saziyên alîkariyê ji bo Yemenê bang kir û xwest ku ji bo rizgarkirina bi milyonan kesan şer bê rawestandin. Herî kêm 14 milyon mirov di nava lepên birçîbûnê de ne

Li Yemenê ji sala 2015’an û vir ve şerekî navxweyî diqewime ku dewletên herêmê jî di nav de ne. Herî kêm 14 milyon mirov li ber di nav birçîbûnê de ne. Yemen ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke ‘mezintirîn qeyrana mirovî’ hatibû ragihandin. Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH), Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) û gelek komeleyên yemenî jî di nav de 35 saziyên civakî yên sivîl daxuyaniyeke hevpar da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Yemenê ku nifûsa wê 28 milyon e, li ser 14 milyon kesî metirsiya birçîbûnê heye û hate xwestin ku şer tavilê bê rawestandin. Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin, “Pêwîstî bi wê yekê heye ku ji her demê bêhtir bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê”.

Berpirsyariya firotina çekan

Di daxuyaniyê de bang li hikûmetên herêmê û cîhanê jî hate kirin ku bes çekan bifiroşin Yemenê. Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin ku di firotina çekan a ji bo Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî de, welatên çekan difiroşin bi berpirsyarî tevbigerin.

Rêxistinên civakî yên sivîl diyar kir ku ji bo firotina çekan divê li ser welatên çekan bikirin bê ferzkirin ku li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî tevbigerin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hemû şêweyên komkujiyên sivîlan û binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi zimanekî tund bên mehkûmkirin.

Saziyan bi daxuyaniyê diyar kir ku qeyrana li Yemenê encama kareseteke xwezayî nîne û anî ziman astengiyên ku aliyên şer datînin pêşiya xurek, sotemenî, amûrên tibî û alîkariyên din, rê li ber qeyranê vekiriye.

Li Yemenê ji sala 2015’an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve zêdeyî 10 hezar kes mirine. Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku li Yemenê mezintirîn qeyrana mirovî ya cîhanê heye. SANA

Albuma Nûçeyê