NÛÇE

Li Wanê turîzm qediyeye

Dem : 21 Pûşper 2018 Pêncşem

Zeynel BÛLÛT/WAN

Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmeta AKP’ê qeyranên kûr di warê siyasî, dîplomatîk û bi taybetî di warê aborêyê de rû dane. Van qeyranan herî zêde bandorê li ser gel û esnafan kir. Bandorek din jî li ser sektora turîzmê kiriye ku turîst nikarin werin û bajarên ku bi giranî debara wan li ser sektora turîzmê ye jî nikarin debara xwe bikin. Yek ji bajarê Kurdistanê yê ku herî zêde turîstan dikişîne Wan e. Wan û navçeyên wê bi xweza, cih û warên xwe yên dîrokî ku bi taybetî jî bermahiyên ku ji serdema Ûrartûyan mane balê dikişîne ser xwe û turîstan dikişîne. Lê ji ber polîtîkayên şaş, rewşa awarte, û zextên siyasî û leşkerî û qeyranên ku rû dane li bajarê Wanê sektora turîzmê hema bêje qediyaye.

Em jî dixwazin li bajarê Wanê rewşa turîzmê û saziyên ku yek bi yek pê re eleqedar dibin ji we re ragihînin. Yek ji van dezgehên ku bi turîzmê re eleqedar e acenteyên seyehatê ne. Em bi xwediyê yek ji van acenteyan Berîvan Tekîn re li ser rewşa turîzmê axivîn. Tekîn li acanteya xwe bi birîna bilêtên balafir, otobus, wesayîtên kirê, kirêkirina malan û gerên (tûrên) ji bo turîstan xizmetê didin. Gerê wan ji 3 rojan dest pê dike heta 5 rojan hene û ji 200 TL’yî heta 500 TL’yî ye. Herî zêde jî bi gerên xwe û li ser daxwaza turîstan wan dibin Behra Reş, Batûm, Wan û derdora wê û bajarên Kurdistanê.  Tekîn diyar kir ku turîstên xwecihî bajarên derve tercîh dikin lê yên ji derve tên jî bi taybetî îranî Wan û derdora wê tercih  dikin. Tekîn da zanîn ku herî zêde muşteriyên wan ji Îranê ne û bi taybetî di mehên bihar û havînê de tên. 

Piraniya turîstan ciwan in

Li ser cihên gerê jî Tekîn destnîşan kir ku turîst herî zêde li bajarê Wanê gera Behrê, Şiravên Bêgiriyê, Girava Axtamarayê, li Elbaxê Taxik (Vanadokya) û Tiravent (Pamûkale), li Gewaşê dêr û malên dîrokî, peravên Gewaş, Artemêt, li Qelqeliyê Gola Erçekê ku wekî bihûşta çivîkan tê zanîn, li Şaxê Kanî Spî, dîsa Keleha Wanê, Keleha Xeşavê, Mala Pisîkên Wanê û gelek cihên din tê tercîhkirin. Tekîn da zanîn ku herî kêm 5 rojan encax li van deveran tên gerandin. Tekîn bi lêv kir ku turîstên ji derve tên piraniya wan ciwan in û ji beşên din ê civakê jî hene.

Li ser xebatên çûn û hatina turîstan a sala dawî Tekîn wiha got: “Salên borî ji îsal baştir bûn. Lewre buhayê dolar û sotemeniyê bandorê herî zêde li ser sektora turîzmê dike. Dîsa bêkarî û qeyrana aboriyê bandorê li me dike. Bi mirovan re pere tune. Li aliyê din jî ji ber zext, zordarî û rewşa awarte ji binî ve karê me qedandiye. Lewre turîst bi dilrehetî nikarin werin û bigerin.

Muşteriyên wî gelemperî îranî ne

Dîsa yek ji sektora herî zêde di encama van polîtîkayan de bi bandor bûye û giraniya dahata wan jî li ser turîzmê ye otelvanî ye. Me xwest ku em cih bidin nerînên xebitînên otelan jî. Reşat Yeşîlagaçê ku xwediyê otelê ye li ser vê rewşê ji me re axivî. Yeşîlagaç jî diyar kir ku herî zêde muşteriyên wan ji Îranê ne û her dema ku tên herî kêm 3 rojan dimînin. Yeşîlagaç got ku îraniyên ku tên wanê piraniya wan ji bo danûstendinê û gerê tên û her dema ku tên jî li otelan dibin mêvan.

Yeşîlagaç diyar kir ku beriya salekê herî kêm salane 2 hezar îranî li otela wî dibûn mêvan lê niha ev rêje daketiye ji sedî 30’î. Yeşîlagaç ev tişt anîn ziman: “Ji ber buhayên zêde û polîtîkayên Tirkiyeyê ne îranî ne jî turîstên xwecihî nikarin bên. Bihayên zêde bandorek mezin li ser turîstan kiriye û ev bandor li me jî vedigere. 43 odeyên otela me hene û me nêzî 30 kesî dixebitand lê niha ji ber karê me ne baş e, em nikarinin heqdestên karkerên xwe bidin. Me ji neçarî ev hejmara karkerên xwe daxistiye 15 kesan.”

'Nehatina turîstan ji sedê sed bandorê li esnafan dike'

Li ser nehatina turîstan û bandora li ser bajarê Wanê jî Yeşîlagaç ev tişt anî ziman: “Nehatina turîstan ji sedî sed bandorê li ser gel û esnafên Wanê dike. Rewşa ku em tê de dijîn ji bo hemû esnaf û otelvanên Wanê derbasdar e. Ji bo ev rewş çareser bibe lazim e Tirkiye polîtîkayên xwe biguherîne; bi taybetî bi dewletên cîran re. Dîsa lazim e derbasbûna vîzeyê bê rakirin ku çûn û hatin hêsantir bibe. Dema ev polîtîka bên guhertinê dê aborî jî baş bibe û turîst jî bên Wanê. Lê belê em pêşerojê tarî dibînin û tu hêviyeke me tune ye. Lê belê heke ev hikûmet biguhere û yeka nû bê avakirin em di wê baweriyê de ne dê baş bibe û ev pirsgirêk çareser bibin.”

Albuma Nûçeyê