ÇAND Û HUNER

Li Wanê Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike

Dem : 08 Kewçer 2018 Duşem

Mujdat CAN / WAN – MA

Şanoya Mencelê bi dirûşma ‘Xeyalek, Lîstikek û Azadî’ Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê li dar dixe. Dê di bernameya mîhrîcanê de 8 lîstik, atolyeyeke jixweberî û konser bên lidarxistin. Mîhrîcan 13’ê cotmehê dest pê dike

Li Wanê Şanoya Mencelê dê di navbera 13 û 21’ê cotmehê de bi dirûşma ‘Xeyalek, Lîstikek û Azadî’ Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê li dar bixe.

Mîhrîcana Şanoya Mencelê ku li Aydin Perîhan AVM’yê ye, dê bi lîstika Kozik a Adalet Agaoglûyê li kurdî hatiye wergerandin dest pê bike. Derhênera lîstika Kozikê Perînaz Delazy, rejîsora lîstikê Berîvan Bûdakbeyoglûyê û şanoger Dilvîn Abî der barê mîhrîcanê de axivîn.

Lîstika Kozikê di sala 1971’ê de ji aliyê Adalet Agaoglûyê ve hatiye nivîsandin. Derhênera lîstikê Delazy anî ziman ku di heman demê de ew di lîstikê de jî dilîze û wiha got: “Lîstika Kozikê lîstikeke yekperde ye. Di lîstikê de 3 jin hene. Li mekanekî rasteqîn dest pê dike, lê paşê ber bi rewşeke utopîk ve diçe. Ev her sê jin her yekê çînekê temsîl dikin. Ev her sê jin aidî komekê ne û nav li lîstikvanan nehatiye kirin. Lid erfe qiyamet radibe, çalakî, protesto çêdibin, birçîbûn heye, zarok dimirin. Yanî aloziyek heye, lê ev her sê jin di mala xwe de çaya xwe vedixwin. Dibêjin ‘zêrên min hene, ev tiştên min hene.’ Paşê ev her sê jin dibihîsin ku dizek ketiye du dikanan û li malan xwe veşartine. Ji ber vê ditirsin.Tiştan dibihîsin, tên berçavên wan û tirsek li wan peyda dibe.”

Her sal lîstikeke jinan

Delazy destnîşan kir ku ya lîstike nivîsandiye jin e û yên dilîzin jî jin in. Delazy anî ziman ku wan sala çûyîn jî bi lîstika Mala Xwişka Bernarda lîstikek a jinan lîstiye û îsal jî ew ê lîstika Kozikê bilîzin. Delazy diyar kir ku wekî Şanoya Mencelê wan ev yek ji xwe re kiriye prensîp.

Delazy da zanîn ku Şanoya Mencelê hîn saleke xwe jî temam nekiriye û bal kişand ser mîhrîcanê. Delazy got ku ew mecbûr bûn ku mîhrîcanê li dar bixin, çimkî li herêmê, li bajêr qadeke çandê ya ku mirov bêhna xwe derxîne nehiştine û wiha domand: “Ji ber vê me biryar da ku em bi mîhrîcanekê ber bi gelê xwe ve, girseya xwe ve biçin. Me got divê di nav vê mîhrîcanê de lîstikên tirkî û kurdî tev hebin. Ji bo temaşevan xwe tê de bibîne me her tişt kir. Bernameyek baş derket holê. Dê lîstikên ji Rojhilat, Stenbol, Îzmîr û Amedê hebin. Em ê mîhrîcanê bi konserta ensturumanî ya ‘Lorîka Dayikan’ biqedînin. Her wiha dê bi beşdariya şanoger Koray Tarhan 3 rojan atolyeya jixweberiyî bê lidarxistin.”

 Rejîsora lîstika Kozikê Berîvan Bûdajbeyoglû jî anî ziman ku wan bi ked û heyecaneke mezin lîstika Kozikê amade kir û ji ber dê cara ewil di mîhrîcanê de bê lîstin ew bi heyecan in. Her wiha Bûdakbeyoglû bilêv kir ku ji ber ku dê jin vê lîstikê bilîzin, lîstik ji bo wan girîng e û ji bo beşdarbûyîna mîhrîcanê bang li gelê Wanê kir.

Şanoger Dilvîn Abî jî got ku ew jî di lîstika Kozikê de dilîze. Abî anî ziman ku her çend lîstik di sala 1971’ê de hatibe nivîsandin jî lê tiştên tê de niha jî diqewmin û ji bo beşdarbûyînê bang li herkesî kir.

Bernameya mîhrîcanê

Dê di bernameya mîhrîcanê de 8 lîstik, atolyeyeke jixweberî û konser bên lidarxistin. Hinek komên şanoyê dê li Wanê cara yekem derkevin ser dikê. Bernameya mîhrîcanê ev e:

Kozik (Tiyatro Mencel)

13’ê cotmehê -saet 19.30

19’ê cotmehê-saa-et 15.00

Tartuffe (Şanoya Bajêr a Amedê)

14’ê cotmehê-saet 15.00

15’ê cotmehê-saet 19.30

Kiraciyê nû (Tiyatro Yekta Hêvî)

14’ê cotmehê-saet 19.303

15’ê cotmehê-saet 15.00

Awaza Dawi ya Bayê Bakûr (Şanoya Textêreş)

16’ê cotmehê-saet 15.00

17’ê cotmehê-saet 19.30

Ben Piêrre Riviêre (Seyyar Sahne)

16’ê cotmehê-saet 19.30

17’ê cotmehê-saet 15.00

Bi beşdarbûna Koray Tarhan Atolye

18’ê cotmehê-saet 15.00

Rapor (Mephisto Tiyatro)

18’ê cotmehê- saet 19.30

Bêrû (Şanoya Jiyana Nû)

19’ê cotmehê-saet 19.30

20’ê cotmehê-saet 15.00

Lêkolînên Şanoyê

21’ê cotmehê-saet 19.30

Konsera Lorîka Dayikan

22’yê cotmehê-saet 19.30”

Albuma Nûçeyê