JIN

Li Wanê herî zêde ew dixebitin

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Li Wanê karê HDP’ê yê ji bo hilbijartinê bi awayekî bênavber dewam dike. Jin pêşengiyê ji vî karî re dikin. Jin mal bi mal, kolan bi kolan digerin û ji bo hilbijartinê dixebitin. Der barê karê hilbijartinê de jinên ku tevli xebatan bûne, axivîn.

Încî Ûyar diyar kir ku HDP partiyeke jinan e û destnîşan kir ku ew di her mala ku ziyaret dikin de qala nêzîkatiya partiya xwe û nêrînên Erdogan a li dijî jinan, ji jinan re vedibêjin.

Vahîde Eraslan anî ziman ku ew bi şev û dixebitin û dê jin di vê hilbijartinê de derbeke giran li AKP’ê bixin. Eraslan da zanîn ku piştî hilbijartinê dê nêzîkatî û zihniyeta AKP’ê ku li ser jinan ferz dike, mehkûm bibe û jinên wanî dersa demokrasiyê bide AKP’ê.

Nazmiye Acar jî got ku jin bi fedakariyeke mezin dixebitin û wiha axivî: “Tevî ku hilbijartin hat ferzkirin jî em jin her tim ji rewşên bi vî rengî yên awarte re amade ne. Jin gelekî destekê didin me. Jin herî zêde di nava HDP’ê de cih digirin. Hema bêjin temamiya van hevalên me yên jin tevli kar dibin.” WAN

Albuma Nûçeyê