POLÎTÎKA

Li Wanê HDP li her derê ye

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

HDP’ê li herêma Serrhedê lez daye xebatên xwe yên hilbijartinê. HDP’a Wanê xebatên hilbijartinê bê navber didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de namzedên parlamenteriyê û rêveberên HDP-DBP yên navçe û bajar li navçeyên Îpekyolû, Erdîş, Seray û Ebexê bi gel re civiyan.

Namzedên HDP’ê yên parlamenteriyê Murat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Asûman Yilmazer û Mukaddes Karakoç, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabulak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî di çarçoveya xebatên hilbijartinan de serdana gundan kirin û bi gel re civiyan.

Esnaf ziyaret kirin

Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de namzeda HDP’ê yên Wanê Mukaddes Karakoç, Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Adem Geverî, Hevserokê navçeya Serayê Buhan Fîdan, Aktivîsta Dayikên Aştiyê Zekiya Kara û endamên partiyê serdana dikandaran kirin.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, namzeda HDP’ê ya Wanê Asuman Yilmazer û Hevşaredarê Ebexê Faruk Demîr ku li cihê wî qeyûm hatiye tayinkirin, li Ebexê serdana dikankandaran kirin û têkildarî hilbijartinên 24’ê hezîranê gotûbêj kirin.

Namzedê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç çû serdana Serokê Odeya Bazirganiyê ya Erdîşê Îzzet Yagar, Serokê Odeya Berber û Çayxaneyan Mûhîttîn Aydemîr û Serokê Odeya Kefalet û Esnafan Ahmet Gezer. Sarisaç û heyeta pêre piştre li Bazara Lawiran û navenda bajêr serdana dikandaran kir û pirsgirêkên wan guhdar kirin.

Ji bo welateke azad

HDP’ê li Navenda Îpekyoluyê serdana esnafên sûkê kir. Namzeda HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan axivî û got; “Ji bo welateke azad û demokratîk em têdikoşin.” Namzeda HDP’ê ya Wanê Mukaddes Karakoç û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li navçeya Serayê serdana dikandaran kirin. WAN

Albuma Nûçeyê